Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Turnûveya “Şehîd Ocalan Şêx Meqsûd” dest pê kir

HELEB – Turnuveya fotbolê ya”Şehîd Ocalan Şêx Meqsûd” ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava ve li Helebê hatiye organîzekirin, dest pê kir.

Turnuveya ku 12 tîm beşdar bûne, li lîstigeha Beîdên a rojhilatê bajarê Helebê bi du maçan dest pê kir.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa taxa Huloka Jorîn Abdullah Ebdulhemîd bi xêrhatina beşdaran kir û di kesayeta têkoşer Ocalan Şêxmeqsûd de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî.

Piştre, maça yekemîn di navbera Tîma Ciwanên Taxên Rojhilat û Tîma Şehîd Rêdûr dest pê kir. Maç bi serkeftina Tîma Ciwanên Taxên Rojhilat bi 5 nuqteyan li beramberî 4 nuqteyan ji bo Tîma Şehîd Rêdûr bi dawî bû.

Her wiha, di navbera Tîma Newroz Efrîn û Tîma Huloka Jêrîn maçek pêk hat. Tîma Newroz Efrîn bi 10 nuqteyan li beramberî Tîma Hulok 3 bi ser ket.

Turnuve dê hefteyekê berdewam bike û rojan e dê du maç werin organîzekirin.

Şehîd Ocalan Mihemed Şêxmeqsûd, bi navê tevgerî Welat Bîrhat, di 8‘ê îlonê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû.

(bb)

ANHA