Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tûrnûveya “Şehîd Ocalan Şêxmeqsûd” bi dawî bû

 

HELEB – Tûrnûveya fotbolê ya “Şehîd Ocalan Şêxmeqsûd” ya bajarê Helebê bidawî bû.

Komîteya Sporê ya girêdayî Yekîtya Ciwanên Rojava ya bajarê Helebê 24‘ê Cotmehê  bi beşdarbûna 12 tîmên ji taxên rojhilat û taxa Şêxmeqsûd bi navê ” Şehîd Ocalan Şêxmeqsûd “tûnûveya fotbolê organîze kir. Tûrnûve bi maçekê di navbera tîma Şehîd Rêdûr û tîma Şehîd Bakûr de bi dawî bû.

Beriya maç dest pê bike, Rêvebera Yekîtiya Ciwanên Rojava Zinarîn Heleb rola spore di jiyana mirovan de vegot û banga domandina çalakiyên sporê kir.

Piştî axaftina rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava, maç di navbera tîma Şehîd Rêdûr û tîma Şehîd Bakur de hate destpêkirin.

Di encamê de, tîma Şehîd Rêdûr bi 8 golan li beramberî 4 golan ji bo tîma Şehîd Bakûr bi dawî bû.

Bi vê yekê tîma Şehîd Rêdûr wekî lehengî tûrnûveyê hate ragihandin û lîstokvanên herî tîman hatin xelatkirin.

Şehîd Ocalan Mihemed (Şêxmeqsûd) bi navê Welat Bîrhat tê naskirin, di 8‘ê Îlonê de di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

(bb)

ANHA