Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Turonvaya Minbicê bi dawî bû

MINBIC – Tîma El-Şerîf di matça dawî ya fotbolê de li hember Tîma El-Cezîrê bi ser ket û turnovaya fotbolê ya Minbicê qezenc kir.MINBIC-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-FITBOLE ‫(104202754)‬ ‫‬

Li bajarê Minbicê li stadyoma El-Hesûn , matça dawî ya turnovaya fotbolê ya taybet bi tîmên Minbicê û gundê wê di navbera tîmên El-Cezîrê û El-Şerîf de hat lidarxist.

Matç bi beşdariya endam û rêveberên tevgera ciwanên ereb û gelek ciwanên Minbic hat lidarxistin.

Di encamê de Tîma El-Şerîf bi 3 golên tercîhê bi ser ket û turnova qezenc kir.MINBIC-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-FITBOLE ‫(104202753)‬ ‫‬

Di dawiya lîstikê de jî komîte amadekar a turonvayê xelat li lîstikvanên tîma qezen kiriye, belav kir.

Turnovaya Minbicê beriya 15 rojan bi beşdariya 18 tîman li bajar û gundewarên Minbicê destpê kir.

(nse/dc)

ANHA

MINBIC-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-FITBOLE ‫(1)‬ MINBIC-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-FITBOLE ‫(104202755)‬ ‫‬