Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Umer Elûş: Senaryoya Helebê li Idlibê dubare dibe

Dîmen

MEED SELÛM

REQA – Serokê Komîteya Têkliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş diyar kir ku Tirkiye hewl dide projeya siyasî ya Bakurê Sûriyeyê têk bibe û destnîşan kir ku senaryoya Helebê niha li Idlibê tê dubarekirin.

Di derbarê helwestên li hemberî êrîşên rêjîmê li gundewarê başûrê Idlibê û projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de Serokê Komîteya Têkliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re nirxandinên xwe anîn ziman. Hevpeyvîn wiha ye:

  • Li rex geşedanên qada siyasî û leşkerî li Idlibê çi dibe?

Tişta ku niha li Idlibê rû dide heman senaryoya dema ku opozîsyonê “Muhedemiyê, Dareya û Zebedanî” radestî rêjîmê dikirin, tê dubarekirin. Ev yek bi riya lihevkirinê di bin maseyê de tê meşandin û di bin sponseriya “Rûsiya, Tirkiye û Îranê” de ye da ku alîkariya hikûmeta Tirkiyeyê bi tabûrên opozîsyonê re kêm bike, di encama vê yekê de jî tabûrên opozîsyonê dê lawaz bikevin û hêzên rêjîmê dê li ser hesabên wan pêş ve were. tam weke ku li rojhilatê Helebê pêk hatiye dema ku Tirkiyeyê ew firot rêjîmê û li hemberî wî da ku dagirkeriya bajarên Cerablûs û Babê bike.

Hemû civînên li Astana û Cenêvê hatine lidarxistin, encamên wan hêdî hêdî eşkere dibin û her tim buhaya van pilanan gelê Sûriyeyê dide.

  • Rol û armanca Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de çi ye?

Rola Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de ji destpêkê ve zelal û eşkere ye. Tirkiye ti carî xêrê ji dewleta cîran a Sûriyeyê re naxwaze  û li ser vê yekê alîkariya tabûrên leşkerî yên tundraw dikir.

Tirkiye her tim îdîa dike ku li dijî rêjîma Baasê alîkariya tabûrên opozîsyonê dike, lê di rastiyê de hewl dide şoreşa Sûriyeyê têk bibe û tevliheviyê di ewlehî û aramiyê li herêmê derbixîne. Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet alîkariya xwe bi tabûrên opozîsyonê re rawestand. Ev mijar di qada Sûriyeyê de eşkere ye û gelek lihevkirin bi hevkarên rêjîmê re pêk anîn.

  • Gelo paşeroja Sûriyeyê li rex guhertinên li qada Sûriyeyê çi ye?

Di van rojên pêş de dê ji cîhanê re eşkere bibe ku çawa rola tabûrên çekdar ên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin kêm bibe û hêzên rêjîmê dê gelekî pêşve werin da ku careke din serweriya xwe ferz bike û herêmên di bin destên opozîsyonê de ne dîsa werbigire. Diviyabû tabûrên opozîsyonê ev ders wergirtibana da ku careke din neyê xapandin, lê ti vebijêrên din li pêşiya wan tune ne.

Di derbarê Cebhet El-Nusra de ku ew jî rûyekî din ji DAIŞ’ê re ye, Tirkiye weke ku alîkariya DAIŞ’ê dikir alîkariya Cebhet El-Nusra jî dike. Piştî demekê Tirkiye dê neçar bimîne da ku li gorî perspektîfên Rûsyayê tevbigere û li gorî hevpeymanên veşartî dê hemû alîkariya xwe rawestîne.

  • Çima Tirkiye dixwaze êrîşî hêzên Bakurê Sûriyeyê bike. Gelo pirsgirêka wê bi projeya federaliyê re çi ye?

Pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdên Bakurê Kurdistanê re ye û rastiya berûvajî dike û dibêje ku Kurd li Bakurê Sûriyeyê li ser ewlehiya wê ya netewî metirsiyek in. Tirkiye her wiha dijberiya hemû aliyên Bakurê Sûriyeyê dike ku hewl didin Sûriyeyê veguherînin dewletek demokratîk û nenavendî, ev yek jî dewleta Tirk ditirsîne ji ber ku serkeftina vê projeya siyasî li qada Sûriyeyê destpêka dawiya sîstema Erdogan e.

  • Çima Tirkiye naxwaze projeya siyasî bi ser bikeve?

Li Bakurê Sûriyeyê dema ku bajar an gundek tê rizgarkirin tavilê welatiyên wê dest bi xebatên xwebirêxistinkirinê dikin û xwe dispêrin fikra demokratîk, edalet û azadiyê ji ber vê yekê Tirkiyeyê naxwaze ev proje bi ser bikeve. Nemaze eger ev proje bi ser bikeve dê li giştî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bibe û bi tayber ji ber ku hemû gelên Rojhilata Navîn birçiyên azadiyê ne. Helwesta Tirkiyeyê li dijî van hewldanan e û nîşana vê yekê jî bi sedan rojnamevan û siyasetmedarên ku banga azadiyê û wekheviyê dikin, xistina zîndanan.

Tirkiye dixwaze projeya siyasî ya ku li Bakurê Sûriyeyê tê meşandin têk bibe û îdîa dike ku hêzên Bakurê Sûriyeyê li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê metirsiyek e.,

  • Ji bo gelê Bakurê Sûriyeyê aloziya xwe çareser bike çi tê xwestin?

Çareseriya tekane ya gelê Sûriyeyê ji bo aloziya xwe çareser bike ew e ku sûd ji van salên borî werbigirin û ti carî bi aliyên derve neyên xapandin û hevgirtina xwe xurt bikin.

Divê pêkhateyên herêmên rojhilat û bakurrojhilat Sûriyeyê berjewendiya xwe baş nas bikin û hevgirtina xwe xurt bikin û rêveberiya xwe ya xweser pêş bixînin.

(jh)

ANHA