Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Van çend rojan mazot li welatiyên Tebqa tê belavkirin

Dîmen

Dîmen: Belavkirin Mzote

TEBQA Komîteya Sotemeniyê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê di van rojan de dê sotemeniyê li welatiyan belav bike.

Komîteya Sotemeniyê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê kordîneyê bi komîteyên xizmetgurzarî yên meclîsên taxên bajarê Tebqayê û meclîsên gundewarê wê re dike da ku di van rojan de dê sotemeniyê li welatiyan belav bike.MENAL HAC

Li gorî komîteyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot hatiye veqetandin  û dê bi riya meclîsan li wan bête belavkirin. Komîte niha lîsteya malbatên di bajêr û gundewaran de jiyan dikin ji meclîsên wan werdigire da ku bi qasî pêdiviya wan sotemeniyê peyda bike. Komîteyê her wiha destnîşan kir ku dê sotemeniyê li koçberan jî belav bikin. Komîteyê ji malbatan xwest ku bermîlên xwe ji bo wergirtina mazotê amade bikin.

Komîteyê da zanîn ku malbatên ku nikarin bi giştî buhaya mazotê bidin dikarin du caran bidin yan bi qasî derfeta xwe mazotê werbigirin.

(jh)

ANHA