Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Vê carê li Qamişlo pêşengeha wêneyên Ocalan hate vekirin

Dîmen

QAMIŞLO – Pêşengeha wênesaz Hisên Elî ya bi 90 tabloyên ku li ser text hatibûn xêzkirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hatin pêşandan. Ji van tabloyan 68 (Bi qasî temenê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan) li ser Ocalan hatibûn çêkirin.Qam-Bi -wenêyan –tecrîta- li –ser- Ocalan- şermezar- dike (4)

Pêşengeh ku di 27`ê Mijdarê de ango salvegera damezrandina PKK`ê hatibû destpêkirin, piştî Rimêlan, Hesekê, Dirbesiyê û Amûdê, vê carê li bajarê Qamişlo hate pêşandan.

Pêşengeh ji saetên sibê ve hate vekirin. Bi dehan welatiyên bajar berê xwe didan pêşengehê û li nava wêneyên ku li ser textê hatibûn çêkirin digeriyan.

Her wiha rewşenbîr û siyasetmedar jî ji bajarê Qamişlo serdana pêşengehê kirin. Welatiyan derbarê tabloyan de ji Hisên Elî pirsyar kirin, wî jî bersiv dida.

Li gorî ku hatiye gotin wê pêşengeh heta siba dewam bike.

(mk/kc)

ANHA