Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Vekirina vê dermanxaneyê gaveke girîng bû

SELWA EBDULREHMAN

MINBIC – Li Dermanxaneya Navendî ya Bajarê Minbicê hemû cureyên dermanan bi buhayê kêmtir peyda dibin û gelek kes dermanê xwe ji vê dermanxaneyê digirin.MINBEG-DIRMANXANI (1)

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê di 17’ê cotmeha 2017’an de dermanxaneyek navendî li bajêr vekir.

Armanc ji vê yekê ew bû ku rê li pêşiya keysbaziyê were girtin û welatî bi rihetî û erzanî bikaribin dermanên pêwîst peyda bikin.

Ev dermanxaneya ku li nêzî Mizgefta El-Elayî ya li rojhilatê bajêr hatiye vekirin 8 kes tê de dixebitin.

Ji xebatkarên wê Miseb El-Ehmed diyar kir ku armanca wan ew e ku alîkariyê bi welalatiyan re bikin û bûhayê dermanan li bazaran were diyarkirin.MINBEG-DIRMANXANI (2)

Miseb anî ziman ku her cureyên dermanan li vir peyda dibin û hêvî kir ku şaxên dîtir ên dermanxaneyê werin vekirin.

(bb/he)

ANHA

MINBEG-DIRMANXANI (3)