Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Vexwendnameyên Kongreya Ciwanên Sûriyeya Demokratîk amade ne

QAMIŞLO – Endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ji bo nirxandina amadekariyên kongreyê û şandina vexwendnameyan li hev civiyan.

Di civîna ku li buroya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin de, nûnerên ciwanên MSD’ê, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Yekîtiya Jinên Ciwan, Ciwanên Tirkumen, Yekîtiya Suryenan, Partiya Asûrî, Tevgera Ciwanên Ereb, Desteya Netewî ya Erebî û Partiya Modernîte amade bûn.

Yek ji Kordînatorên YCR’ê Şahîd Cûdî ku di civînê de axivî sedema lidarxistin civînê bi gotina “Ciwan dînamîka sereke ya şoreşê ne, divê di çareserkirina aloziya Sûriyê de jî hêzek sereke ya rêxistinkirî bin” vegot.

Cûdî bal kişand ku ew ê ciwanên tevahî pêkhateyên Sûriyê vexwînin kongreyê.

Paşê nîqaş li ser vexwendnameyên ku dê ji tevahî partî û kombûnên ciwanên ereb û yên serbixwe yên li tevahî bajarên Sûriyê re bên şandin, hatin kirin.

Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ku ji 15 nûnerên rêxistinên nabutî pêk tê, di 7’ê Mijdarê de hatin hilbijartin.

(ne)

ANHA