Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Warê Arîn Mîrkan dê Tirkiyê û hevkarên bifetisîne

ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker amadekariyan dike ku bi dijwarî êrîşî kantona Efrîn û herêmên Şehbayê yên hatine rizgarkirin bike. Dewleta Tirk jib ê dengî û xemsariya civaka navdewletlî ku Rûsiya û Îran serkêşiya wê dike sûd werdigre. Lê bela tu kes texmîn neke ku dê Efrîna ku şervan Arîn Mîrkan aniye dinê dê li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê û êrîşan li ber xwe bide.

Heger dema amadekariya êrîşa li ser Efrîn û Şehbayê, her wiha hevsengên navdewletî were nirxandin, wê baş were diyarkirin ku Rûsiya bi awayekî veşarî pîlanan dike, di heman demê de rola Îran a piştgiriya êrîşê diyar dibe.FILAD MIR BOTIN-ERDOAAN

Heger li resma Sûriyê were temaşekirin û li ser mijarên wê nirxandin werin kirin, mirov dikare encamê derbixe ku di êrîşa li ser Efrînê berjewendiyên Îran, Rûsiya û Tirkiyê dighêje hev. Rûsiya texmîn dike ku bi vê êrîşa berfireh di aliyê bejahî de ku pêk hat, YPG û hêzên şoreşger dê neçar bimînin xwe bavêjîn himbêza Rûsiya û Efrîn û Şehbayê bikin herêmên girêdayî Rûsiya. Ev bi taybet di dema ku Rûsiya xwe Rêveberê heêrmên Rojavayê Firatê hesa dike.  Ev dema Koalîsyona Navdewletî li Tebqa balafireke rêjîmê anî xwarê Rûsiya da xuyakirin ku dê her tiştê biyanî yên li rojavayê Firatê bîne xwarê û destnîşan kir ku ev yek jî hedefa wan a rewaye.

Îran û Rûsiya jî bi vê yekê berjewendiyên wan ênhevbeş hene. Li gorî hesabên wan di dema ku QSDʹê Reqa rizgar dike û serkeftinan bi dest dixe, dibe ku QSDʹê piştî Reqa berê xwe bide Dêra Zorê ya li ser sînorê Îraq û Sûriyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKʹê Murad Karayîlan têkildarî mijarê got ku mumkine Dewleta Tirk bê erêkirina Rûsiya, Îran û Rêjîma Sûriyê tu êrîşan pêk bîne.WELATIYEKI-BI-TEMEN-XWE-YE-MEZIN-CEK-RAKIRIYE-LI-DIJI-DAGIRKERIYA-TIRK

Rûsiya û Îran dixwazin Dêra Zorê bi dest bixin, dema dewleta Tirk êrîşî Efrînê bikin, dê hemeleya rizgarkirina Reqa giran bibe. Endamê Şêwirmendiya QSDʹê Nasir Hecî Mensûr têkildarî mijarê got: ʺÇi êrîşa dewleta Tirk a li ser hêrêmên ji aliyê QSDʹê ve hatine rizgarkirin, dê bandoreke neyînî li şerê rizgarkirina Reqa bike.ʺ

Dewleta Tirk di dawiya meha hizêranê de dest bi gefxwarinê kir. Di navbera rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê ku hêzên QSDʹê ji çeteyan rizgarkirin gelek dem nîn bû. Dibe ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê armanca dikirin ku Tebqa û Bendavê bi dest bixin. JI ber vê yekê rizgarkirina wan herdû cihan ne rehetî li gel wan çêkir. Rêjîm, Rûsiya û Îran li ser vê yekê dêî di riya Tirkiyê re dixwazin zextê li ser YPG bikin û peyaman didin ku heger hûn li gorî me tevnegerin, em ê  darê Tirkiyê liba bikin.

Fermandarê Giştî yê YPGʹê Sîpan Hemo destnîşan kir ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê dixwazin cihekî ji Tirkiyê re li Rojava diyar bike û destnîşan kir ku xeta di navbera Ezaz û Cerablusê de herêma li ber çavên wan e ku di her demê de hewl bidin rizgar bikin.GEL-ALIKARIYA-YPG-DIKE

Hger em hinekî bi şûnde vegeriyan, baş diyar dibe ku Rûsiya û Îranê hevkariya pîlanên Tirkiyê ku dijberiya gelên Rojhilata Naîvn û di serî de gelê kurd dike, bike. Dema Rûsiya balafira şer a Tirkiyê di 24ʹê mijdara 2015ʹan de anî xwarê , tirkiyê hewl da êrîşî .>……herêmên di navbera Ezaz û Cerabulsê ên Bakurê SÛriyê bike. Di wê demê de Serokwezîrê Rûsya Demitirî Midiyef dewleta Tirk tehdîd kir ku tu gavan bi vî rengî pêk neyîne û destnîşan kir ku heger ev yek pêk hat, dê Cenga Cîhanê di herêmê de pêk were. Îranê jî di wê demê de gaf li Tirkiyê xwar. Lê piştî 9 mehan gelek guhertin pêk hat.

Piştî vê yekê Serokê Tirkiyê Erdgoan ji Rûsiya re lêborîn xwest, bi vê yekê Rûsiya rê da ku Tirkiyê heêrma di navbera Cerablus û Ezazê dagir bike, heta gihiştin bajaêr Babê ku Artêşa Tirk wê wêran kirine. Rûsiya jî bajarê Babê bombebaran kir. Yanî beranberî hin berjewendiyên aborî yên di navbera Tirkiyê û Rûsiya Tirkiyê bû hêza ku piştigiriya terora cîhanê ku DAIŞ û Nusra nûnertiya wan dike. Rûsiya û Tirkiyê bi hev re bûn şirîk di Sûriyê de da ku herêman parve bikin, pîlana radestkirina Helebê ji hêzên rêjîmê re beranberî rê dayîna ji Tirkiyê re ku Cerblusê dagir bike pêk hat. Em nikarin serdana cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka Jon Baydin a Tirkiyê ku di 24ʹê tebaxa 2016ʹan de pêk hat, dema dewleta Tirk û çetyên girêdayî wê êrîşî Ceblusê kirin ji ne dîtî ve hesab bikin.SEHIDA SILAVA

Bi kurtasî gihandina berjewendiyan di navbera ÎRan, Rûsiya dê bibe sedema astengkirina hemeleya Reqayê. Armanca Rûsiya û Îran ji vê yekê astengkirina çûyîna ber bi Dêra Zorê ve, her wiha lawazxistina YPG di Efrîn û şehbayê de. Dewlea Tirk jî dê bi vê yekê hêviyên xwe yên astengkirina projeya demokratîmk di herêmê de ku gelê kurd pêşengtiya wê dike, têk bibe.

Fermandarê YPGʹê Sîpan Hemo da zanîn ku serkeftinên ku QSDʹê li Reqa û li deverên din bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî pêk tîne, ne li gorî xweşiya Rûsiya û Rêjîmê ne û got ku herdû jî ji pêşketinên QSDʹê ne rehetin û ji ber vê yekê piştigiryê didin dewleta Tirk da ku herêmên Rojava dagir bike.

Ev aliyeke, lê ji aliyê din ve Efrîna bi hêz û rêxistinkirî heye, şerê DAIŞʹê dike û hêza wê heye ku li dijî Artêşên herî bi hêz li ber xwe bidin. Di heman demê de hêzên YPG û Hêzên şoreşger xwedî bingeheke gelerî ne, welatiyên kurd, ereb û turkmen jî piştigirya wê dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKʹê Murad Karaylan dibêje ku êrîşa muhtemel a dewleta Tirk li ser Efrînê destpêka tunekirina AKP û MHPʹye.YPG

Di kantona Efrîn ya Şehîd û tekoşer Arîn Mîrkana ku li dijî komên çete çalakiya fedayî di 5ʹê cotmeha 2014ʹan de piştî êrîşên DAIŞʹê ya li ser Kobanê pêk hat. Ji Efrînê bi hezaran tekoşerên ku ji salên 80ʹyî de tevgera azadiyê nas kirine, hene. Efrîna ku bi hezaran ciwanên xwe ji bo azadiya Rojhilata Navîn feda kiriye.

Gelê Efrîna ku yekem şehîda YPJʹê Silava lê mezin bûyr, dê beranberî êrîşan bê deng nemîne, gelê ku  li dijî DAIŞ û komên din ên çete ev 5 sal in li ber xwe dide, dê li dijî dagirkiriya Tirkiyê jî li ber xwe bide.

Fermandarê YPGʹê Sîpan Hemo têkildarî mijaêr ev tişt anî ziman: ʺEm di wê baweriyê de ne, heger Efrîn rastî êrîşan hat, dê şêniyên Efrînê bi YPG û YPJ re rûpelên serkeftinê xêz bikin û wê dijminan têk bikin, her wiha dê gavên şoreşa Rojava bidomînin. Efrîn bi bi berxwedana xwe parstina xwe dike, bê guman dê herêmên Şehbayê jî bi tevahî rizgar bikin. Hêzên me di asta herî jor de amade ne.ʺ

Li Efîrnê gel dest bi rakirina çekan kir. Bi hêzên YPG/YPJʹê re di çeperên pêş ên parstinê de ne, heger êrîşeke mutemel li ser kantonê pêk hat dê çarenûsa êrîşkaran tune bûne be. Têkildarî mijarê Murad Karayîlan dibêje ku heger Tirkiyê êrîşî Efîrnê kir, dê çarenûsa AKP û MHP heman çarenûsa DAIŞʹê be. Ew herêm dê bibe Kobanek din û wiha dom kir: ʺLê mumkine ku êrîş li ser xeta Şehbayê pêk were. Li wir Artêşa Şoreşgeran, YPG, YPJ, gelê Efrînê ji kurd, ereb û turkmen jî made ne. Yanî heger êrîşên dijwar jî pêk anîn wê nikaribin. Divê em bizanin k utu kes bê parastin nîne, êdî kurd bûne qewet, şoreşa Rojava jî bûye qewet û tişta pêk anî, hêzên mezin nikarin pêk bînin.Îro şervanên YPG li Reqa berxwedanê pêk tînin. Heger dewleta Tirk êrîş pêk anîn, ew dikarin besiva wan bidin û li dijî wan li ber xwe bidin. Em bi vê yekê bawrin. Bi taybet ku gelê me yê Efrînê xwedî rihekî berxwedanê ye. Ji ber vê yekê divê baş amade bikin. Lê pêşketina di herêmê de ne rehete, bera vê  baş bizanin.ʺ

(dc)

ANHA