Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Wê ji bo hilbijartinan gelek çalakiyan lidar bixin

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Lîsteya Netewa Demokratîk Telet Yûnis diyar kir ku ewê gelek çalakiyan lidar bixin da ku bernameya xwe ya hilbijartinan ji hemû gelên herêma Cizîrê re eşkere bikin. Yûnis her wiha da zanîn ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî bingeha fedraliyê ne”

Piştî lîsteyên hilbijartinên rêveberiya herêmî ya Bakurê Sûriyê hatin eşkerekirin. Lîsteyên hilbijartinan dest bi amadekariya hemelya xwe ya propogandayê kirin.

Berdevkê Lîsteya Netewa Demorkatîk Telet Yûnis derbarê hemelya xwe ya hilbijartinê de ji ajansa me re axivî û got: “Piştî Komseriya Bilind a Hilbijartinan lîsteyên navan eşkere kirin, me bernameya xwe ya propogandaya hilbijartinan eşkere kir. Ev ji bo destpêkirina hemleya propogandaya li hemû bajar û bajarokên herêma Cizîrê pêk were.”

Yûnis di berdewama axaftina xwe de jî got ku lîsteya Netewa Demokratîk dê gelek çalakiyên giştî wekî şahî, semîner û herwekî din li bajar û bajarokên navçeyê lidar bixin û wiha dom kir: “Di nava çalakiyên me de em ê biruşûran belav bikin, her wiha em ê serdana welatiyan bikin. Xebatên me di van rojên pêş de wê zêde bibin. Lîsteya me wê navên xwe di şahî û civînan de eşkere bike.”

Yûnis di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî piştî komînan bingeha sîstema fedraliya Bakurê Sûriyê ye û wiha dom kir: “Dema hilbijartinan dema veguhertinê ya ber bi sîstema Fedraliya Demokratîk ve ye. Em niha nûnerên xwe li ser sê qonaxan hildibijêr in û bingeha fedraliya demokratîk saz dikin.”

Yûnis, her wiha da zanîn ku ev hilbijartinên dîrokî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lsîteya Netewa Demokratîn ji nûnerên hemû gelên Bakurê Sûriyê ji kurd, ereb,suryan û asûrî pêk tê. Lsîteya me yekîtiya hemû beşê civaka Bakurê Sûriyê misoger dike.”

Berdevkê Lîsteya Netewa Demokratîk Telet Yûnis di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelên Bakurê Sûriyê kir ku tevlî nivîsandina vê qonaxa dîrokî ku li Sûriyê tê jiyankirin bibin û dengê xwe di hilbijartinan de bikar bînin.

(dc)

ANHA