Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Wê jineolojiya li tevahiya cîhanê belav bibe’

QAMIŞLO – Jinên ji kantona Efrînê hatine û tevlî Yekemîn Konferansa Akademiya Jineolojî bûne gotin “Vê konferansê gaveke din li serkeftinên jinên Bakurê Sûriyeyê zêde kir. Jineolojî wê li tevahiya cîhanê belav bibe û dozên civakî çareser bike.”QAMISLO-NRININ- JIN (2)

Ji rêveberên Meclîsa Kantona Şehba Cîhan Hesen Xidro têkildarî mijarê ji ANHA’yê ev tişt got “Jinên Bakurê Sûriyeyê bi vê konferansê gaveke din li serkeftinên xwe zêde kirin.”

Cîhan diyar kir ku tiştê herî balkêş di konferansê de beşdariya jinan ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê bû û ev yek jî girîngiya vê konferansê derdixe pêş.

Ji aliyê xwe ve rêvebera Komîteya Jineolojî ya kantona Efrînê Dîcle Heyder jî wiha ferq û cudahiya di navbera tevgerên azadiya jin ên niha û berê parve kir “Yek ji tevgerên azadiya jin tevgera Famînist e ku destpêkê li Fransayê derket. Bîrdoziya vê tevgerê têrê nedikir ku jinê ji qeydên civakê rizgar bike, lê jineolojî di nava xwe de jin û jiyanê hembêz dike. Dema ku em dibêjin jineolojî ev tê wateya ku jiyan di kesayeta jina azad de rast dibe.”

Dîcle Heyder bi bîr xist ku jineolojî ne zanisteke tenê ji bo jinên Kurd e, lê belê wê bibe zanista tevahiya jinên cîhanê.

Dîcle bal kişand ku çend jinên internasyonalîst ku dixwazin zanebûna xwe ya jineolojî bêhtir kûr bikin tevlî konferansê bûne û got “Em bawer dikin ku ev zanist wê li tevahiya cîhanê belav bibe û ji bo çareserkirina hemû dozên civakî wê bibe bersiva herî baş.”

(he)

ANHA