Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Wekî çawa DAIŞ’ê li Kobanê têk çû, wê komploya li dijî rêberê me hilweşe’

EHMED SEMÎR – SILAVA EBDUREHMAN

QAMIŞLO – Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ên ku beşdarî meşa dirêj bibûn got ” Wekî çawa me DAIŞ li Kobanê şikenandin, em ê komploya li dijî  Rêberê me hatiye kirin, emê hewleşînin”

Ciwanên ku beşdarî meşa dirêj a ku di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” ya bi armanca diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû organîzekirin armanca tevlîbûna xwe ya ji bo meşê destnîşan kir.

ABAS

 

Ciwanê Ereb Ebas Mihemed ji navçeya Şedadê yê girêdyî kantona Hesekê ye, ku beşdarî meşê bû, got ” Dîktatoya Tirkiyê derbarê rewşa Rêber Ocalan de agahiyan nade. Em 6 rojan meşiyan, armanca me ji vê meşê rewşa ewlehî û tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan were diyarkirin.”

Mihemed anî ziman ku dewleta Tirkiyê wê nikaribe gelê ji Ocalan qût bike û wiha dom kir “Dewleta Trik difikire ku bi girtina Ocalan wê em ji rêbazê jiyan qût kiriye, lê fam neke ku her kêliyeke jiyana me, û bi derketina rojê em bi fikir û felsefeya wî re dijîn. Dewleta Tirk wê nikarbe îradeya me têk bibe. Em ê hetanî azadiya rêberê xwe têkoşîna xwe berdewam bike.”

DIYALA

Endama Tevgera Jinên Ciwan a Rojava Diyala Kobanê jî ji aliyê xwe ve got “Ez ji Kobanê hatim û beşdarî meşa ji bajarê Serêkaniyê ber bi Qamişlo ve bûm. Em ê serokê xwe di tecrîdê de nehêlin. Çalakiyên me ji bo bidawîkirina tecîrdê û rizgarkirina rêberê xwe berdewam bikin.”

EAIL

Ji Girkê Legê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava, Waîl Caco beşdarî meşa ji Dêrik ber bi Qamişloyê bû wiha got “Ev du sal in, em agahiyan li ser rêberê xwe nizanin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin ku heger tiştek bi serokê me re wê berdelên wê giran be.”

MIHEMID

Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Kobanê, Mihemed Hisên diyar kir ku wekî çawa dewlet Tikriyê û çeteyên wê yên DAIŞ‘ê li Kobanê jikestin û komploya ku li dijiî Ocalan têk biçe. Mihemed Hisên got ku çalakiyên wan ji bo azadiyê ocalan dewam e.

(bb)

ANHA