Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Wekîlê Wezareta Karê Derve yê Xeza  ji kuştinê filitî

NAVENDA NÛÇEYAN-Wekîlê Wezareta Karê Derve ya Xezayê Tewfîq Ebû Neyîm ji hewldana kuştinê filitî.

Li wargeha koçberan a Nesîrat  a Xezayê li nêzî erbeya Wekîlê Wezareta Karê Derve ya Xezayê Tewfîq Ebû Neyîm, piştî nimêja danê nîro, teqînek rû da. Di teqînê de Tewfîq Ebû Neyîm birîdar bû.

Ebû Neyîm rakirina nexweşxaneya Şehîdên Eqsa ya bajarê Dêr Beleh. Rojnameya El-Weten a Kiwêtê ku agahiyên xwe ji çavkdaniyên Filstînê girtibû diyar kir ku birîna Ebû Neyîm sivik e.

Ebû Neyîm ku 20 salan ji aliyê Hêzên Îsraîlê ve hatibû dîlgirtin, di salên dawî de wekî Mûdîrê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Xezayê hate erekdarkirin.

(bb)      

ANHA