Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Welatekî din balyozxaneya xwe dibe Qudis

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Amerîka welatekî din jî biryar da ku balyozxaneya xwe ji Tel Ebîbê bibe Qudisê.

Serokê Guatemalayê Jimmy Morales li ser rûpela xwe ya Facebook’ê ragihandiye, piştî ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re hevdîtin kiriye biryar daye balyozxaneya Guatemala ji Tel Ebîbê veguheze bajarê Orşelîm.

Biryara Morales ji bo veguhestina balyozxaneya Guatemala di demekî de tê dayîn ku çend roj berê Amerîka ragihandibû, êdî ew bajarê Qudis wekî paytexta fermî ya Îsraîlê dibînin.

Ev biryara Amerîka rastî nerazîbûneke mezin a welatên îslamî û erebî hatibû. Herî dawî NY’ê li hemberî biryara Amerîkayê, biryarnameyek derxist ku ji aliyê 128 welatên endamên NY’ê ve hat erêkirin.

Guatemala welatekî Amerîka Latîn e ku paytexta wê jî Guatemala ye. Nifûsa vî welatî nêzîkî 13 milyon kes e û zimanê wê fermî jî Spanyonlî ye.

(he)