Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Welatî hatin hişyarkirin ku avê zêde xerc nekin

KOBANÊ – Midûriyeta Avê ya Kantona Kobanê welatiyên herêmê hişyar kirin ku avê zêde xerc nekin.

Li Kantona Kobanê di havîna sala borî de ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê qût kiribû, şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê 17 rojan bê av man. Îro jî Midûriyeta Avê ya kantonê rastî pirsgirêkeke din tê.

Beriya 3 mehan av bi awayekî sîstematîk her du rojan carekê digihîşt taxên bajarê Kobanê.

Endamê Rêveberiya midûriyetê, endizyar Mehmûd Kawê anî ziman ku ji ber ku welatiyên beşê rojavayê bajêr avê zêde xerc dikin, Midûriyeta Avê zehmetiyan dibîne. Di vê çarçoveyê de Kawê hişyarî da welatiyên kantonê ku avê zêde xerc nekin û wiha got, ″Eger ku welatî di vî warî de ne baldar bin, wê li herêmê pirsgirêkên avê rû bidin.″

Ji bo hişyarkirina welatiyan, Midûriyeta Avê belavok belav kirin. Her wiha beşa Zabîteyê ya girêdayî midûriyetê di nava kolanên bajêr digere û welatiyan hişyar dike.

Rêveberê Tora Avê ya Kantona Kobanê Hoşeng Demir jî bal kişand ser zehmetiyên veguhestina ava çemê Firatê ji bo taxên bajarê Kobanê û daxuyakirin ku ew rastî guleyên çeteyên Artêşa Tirk a dagirker ên li milê rojavayê çem tên.

Hoşeng bang li welatiyan kir ku van zehmetiyan di ber çavan re derbas bikin û avê zêde xerc nekin.

(hş/mm)

ANHA