Têkilî | Derheqê me de

Welatiyan daxwaza çareseriyê kir

EFRÎN – Welatiyên navçeya Mobata ya Kantona Efrînê, Şaredariya Gel ji ber qutbûna ceyranê rexne kirin û xwestin ku pirsgirêka wan were çareser kirin.

Navçeya Mobata ya Kantona Efrînê ev bûye 10 roj ku ceyrana wan qut bûye. Zêdetirî 800 mal li navçeya Mobata ceyrana xwe ji wî matorî digre. Dînemoyê ceyranê jî ji ber wê û bilindbûna dereceya germê sekinî.

Di vê çarçevê de welatiyên naveçeyê ji Şaredariya Gel a navçeyê xwestin ku pirsgirêka qûtbûna ceyranê were çareser kirin.KLAUIS SELMAN

Welatiya bi navê Gelawêj Silêman ji aliyên têkildar xwest ku pirsgirêka ceyranê zû çareser bikin û wiha got:” Ev bû 10 roj ceyran nîne, em ji aliyên têkildar re dibêjin ku pêdiviya me heye pirsgirêka me ya ceyranê zû were çareser kirinʺ.

Welatiya bi navê Soliye Elî jî got ku zarokên wan ji ber germê nexweş dikevin û daxwaz dikin ku Şaredarî zû pirsgirêka wan çareser bike.SULIA ALE

Welatiyê bi navê Şîrazedîn Silêman Şaredarî rexne kir û got:ʺ Şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêka me ya ceyranê giran tevdigere. Em bi hêvî ne ku şaredarî zû pirsgirêka me çareser bikeʺ.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Mobata Qaziqlî Hisên ji bo rexneyên şêniyên navçeyê got ku wan parçe ji mator re nedîtine û divê ew parçe ji derveyî kantonê were peyde kirin.

Qaziqlî Hisên di dawiya gotinên xwe de soz da şêniyan ku di zûtirîn demê de pirsgirêka wan çareser bikin.

(jo)

ANHA

QAZQLE HSEN SHIRAZDEN SELMAN