Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Welatiyên Ebû Xerze banga vekirina Mala Gel dikin

GIRÊ SPÎ – Welatiyên bajaroka Ebû Xerze ya gundewarê Eyn Îsa banga vekirina Mala Gel kirin da ku welatiyên bajarok û gundên derdorê karibin karûbarên xwe birêxistin bikin.

Bajaroka Ebû Xerze girêdayî navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê ye û yek ji bajarokên sereke yên navçeya Eyn Îsa ye.

Bi armanca birêxistinkirina karûbarên welatiyên bajaroka Ebû Xerze û çareserkirina pirsgirêkan, bi taybet piştî ku 104 gund pêve hatin girêdan pêwîstiya vekirina Mala Gel zêde bû, li ser vê yekê welatiyên bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin ku Mala Gel ji wan re vebike.

Girêdayî mijarê endamê Meclîsa Herêmî ya Bajaroka Ebû Xerze yê bi navê Xalid El-Îdo destnîşan kir ku avakirina Mala Gel li bajarok gelekî grîng e û welatiyên Ebû Xerze û gundên derdorê dikarin karûbarên xwe bi riya Mala Gel birêve bibin û hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.

(jh)

ANHA