Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Welatiyên navçeya Şêrawa kartên hilbijartinan wergitin

EFRÎN – Komîteyên Komseriya Bilind a hilbijartinan a navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê zêdetirî 700 kartên hilbijartinan li welatiyên navçeyê belav kir.EFRIN-SERAWA-BALAVKIRINA-BETAQA (1)

Belavkirina kartên hilbijartinan saet di 9:00ʹê sibehê destpê kir û hate saet 17:00ʹan dewam kir.  Zêdeyî 700 kartên hilbijartinan li welatiyan hatin belavkirin.

Balafirkirina kartan li navendên komînên gundên Dêr Cemal, Bîniyê, Aqbiyê, Îska û Vîra pêk hat.

Endama Komîteyên Şaxî ya Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Şêrawa Senaa Ebdilrehman Xalid têkildarî xebatên belavkirinê wiha got: ʺ Kesen kartan werdigirin nasnameya xwe yakesayetî tînin û karta hilbijartinan wiha radestî wan tê kirin.ʺ

(jo)

ANHA