Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Welatiyên Qamişlo banga yekîtiya niştîmanî kirin

Dîmen

EHMED SEMÎR

QAMIŞLO – Welatiyên bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Firatê bang li siyasetmedaran kirin ku yekîtiya xwe ava bikin, da yekîtiya niştîmanî û Kurdistanî were avakirin.QAM-NERINEN-GEL ‫(1)‬ ‫‬

Piştî lidarxistina şêwra Silêmaniyê, KNK′ê bi partiyên siyasî yên Kurdî re civiya. Gelê Kurd jî hêvî kir ku yekîtiya niştîmanî ya Kurdî were avakirin.

Derbarê yekîtiya niştîmanî û girîngiya wê de, welatiyên bajarê Qamişlo nerînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Xelîl Cemîl da zanîn ku yekîtiya gelê Kurd, dê hezkirin û hevgirtina Kurdan ava bike û wiha got: ″Ev yek dê li qadên Kurdistanî guhertinan bi xwe re bîne. Eger em vê derfetê li gorî berjewendiyên xwe bi kar neynin, ew ê careke din bibin qurbanên sîstemên desthilatdar″.QAM-NERINEN-GEL ‫(1)‬

Cemîl anî ziman ku bi avakirina yekîtiya Kurdî re, dê dijminên yekîtiyê bin bikevin.

Welatiyê bi navê Şemsedîn Umer jî destnîşan kir ku dê yekîtiya Kurdan, jiyaneke nû ava bike û wiha domand: ″Kurdistan di destê dagirkeran de ye. Bi yekîtiya xwe em ê kurdistanê azad bikin″.

Umer her wiha da zanîn ku eger Kurd yekîtiya xwe ava bikin, tu kes nikare nêzî gelê Kurdistanî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Dewleta Tirk li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê rawestiya. Ji ber ku eger Başûrê Kurdistanê bibe herêmeke ser bixwe, dê bi Rojava re bibe ye. Piştî vê yekê jî dê Kurdên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî doza mafên xwe bikin″.QAM-NERINEN-GEL ‫(269615618)‬ ‫‬

Welatiyê bi navê Murad Mihemed jî diyar kirk u daxwaza gelê Kurd avakirina yekîtiya niştîmanî ye û wiha got: ″Di berxwedana Kobanê de, hêzên Kurdî (YPG/YPJ′ê û Pêşmerge) bi yek destî şer kirin û li hember çeteyên DAIŞ′ê  bi ser ketin.″

Umer di berdewama axaftina xwe de diyar kir piştî 100 salî ji hevpeymana Sayks-Bîko ya parçekirina Kurdistanê, derfeta yekîtiyê hat û di vê çarçoveyê de bang li siyasetmedaran kir ku yekîtiya xwe ava bikin.

Di dawiyê de jî welatiyê bi navê Nesredîn Elî destnîşan kir ku gelê Kurd ji salên 70′î de daxwaza yekîtiyê dike û anî ziman ku bi avakirina yekîtiyê re, dê nerîna Kurdan di qadên navneteweyî de were girtin.

(mm)

ANHA