Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Welatiyên Qamişlo ji malbata Ş. Ilwan re sersaxî xwestin

Dîmen

QAMIŞLO – Welatiyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê ya malbata şehîd Ilwan Ebdilezîz Osman kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.QAM-KONIY SER SAXIE (3)

Bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo bi meşekê berê xwe dan konê sersaxiyê ya şervanê YPG’ê Ilwan Ebdilezîz Osman ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd ketibû û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Welatiyan di meşa xwe de alên YPG’ê û YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re diqîriyan. Konê sersaxiyê ku li pêşiya malbata şehîd a li taxa Qenatsiwês a bajarê Qamişlo hatibû vegirtin, li vir welatiyan merasîmek li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paş jî endamê fermandariya YPG’ê Egîd Omerî û rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mirhî Ebdilrezaq axivîn û di axaftinên xwe de piştî sersaxiya malbata şehîd Ilwan, behsa fedekariya şehîdan kirin û dane zanîn ku bi saya xwîna wan welatiyên Bakurê Sûriyeyê di nava aramî û aştiyê de jiyan dikin. Di axaftinan de her wiha hate gotin ku şehîd Ilwan bi dilgermî û dîsîplîna xwe di nava şervanan de dihat nasîn û beşdarî gelek hemleyên leşkerî yên weke Minbic û Şedadê û Holê bûye û di vê dema dawî de jî beşdarî hemleya Reqayê bû û berxwedaniyeke leheng derket asta şehadetê.

Di merasîmê de her wiha bavê şehîd Ebdilezîz Osman axivî û spasiya hemû beşdarên merasîmê kir û soza şopandina riya şehîdan da.,

Merasîm bi tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye cenazeyê şehîd Ilwan Qamişlo duh li goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate spartin.

(jh)

ANHA