Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Wênesazê 68 tabloyên Ocalan Hisên Elî ye

HÊZA HESEN

KOBANÊ – Hisên Elî ku 68 resmên Ocalan çêkiriye û li herêmên Cizîrê û Kobanê pêşan daye got ku hezkirina ji Ocalan re ne tenê bi gotinan e, lê belê bi kar û xebatê ye.

Hisên Mihemed  Elî yê 52 salî li gundê Til Zîwan ê girêdayî bajarê Qamişlo çavên xwe li dunyayê vekiriye. Piştî ku dibistana asta seretayî bi dawî kir dest bi karê wênesaziyê kiriye.

Mihemed Elî tevî kêmderfetan jî wêneyan xêz dike û her roj hezkirina wî ji bo pîşeya wênesaziyê zêde dibe.KOB-RESAM- HUSIYEN-ELI (1)

Elî ku zêdetirî 35 sal in vî karî dike got ku ji bo di karê xwe de serkeftî be wî gelek berdêlên giran di jiyana xwe de daye û wiha pê de çû: “Min gelek astengî dîtin. Lê tevî hemûyan jî îro ez gihîştime vê astê.”

Kêmderfetên darayî li pêşbirî Hisên Elî nebûn kelem û xebata xwe bi pisporî dewam kir û li Bakurê Kurdistanê, Îran, Lubnan û Iraqê pêşengehên wêneyan vekir.

Hisên bi bîr xist ku taployên ku wî çêkirine êşên civakan di hemû aliyên jiyanê de  vedbêjin.

Ji bo 68 tabloyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dayîka wî ku Hisên bi destê xwe çêkirine, li herêmên Cizîrê û Kobanê pêşengeh hatin vekirin û ew tablo hatin pêşandan.KOB-RESAM- HUSIYEN-ELI (4)

Hisên bi lêv kir ku hezkirina ji Ocalan re û têkoşîna ji bo wî bi gotinan nabe, lê belê divê bi kar û xebatê be.

Li ser pirsa “Çima li Kobanê?” Hisên got “Kobanê ya berxwedaniyeke mezin lê hatiye kirin bûye keleh û bajarê lehengan. Kobanê di jiyana me de bûye yek ji tiştên herî pîroz. Kobanê gelê Kurd kir yek û ji ber vê em jê re dibêjin dilê welat.

(kc)

ANHA