Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Wêneyên “Ji Sinê heta Kobanê” hatin hilbijartin

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Amadekar a Pêşengeha “Ji Sinê heta Kobanê” ku Yekîtiya Ragîhandina Azad organîze dike daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 962 wêneyan, 82 wêne ji bo pêşengehê hatin hilbijartin.

“Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) di bin durişmeya “Ji Sinê heta Kobanê” de bi armanca ku berxwedaniya gelê Kurd hertim di bîr û baweriya Kurdan de sax zindî bimîne di 24’ê Kanûna 2015’an de ragîhand ku dê pêşengeheke wêneyên fotografîk organîze bike.

Tê payîn ku ev pêşengeh li kantonên Rojavayê Kurdistanê Cizîrê û Kobanê, her wiha li Başûr û hin deverên din ên cîhanê wre lidarxistin.

Di çarçoveya amadekariyên ji bo pêşengehê de Komîteya Hilbijartina Wêneyan du rojan li hev civiya. Di encamê de ji 962 wêneyan 82 wêne ji bo di pêşengehê de werin pêşandan hatin hilbijartin. Di nava 82 wêneyan de, wêneyên rojnamevan û wênekêşên her çar parçeyên Kurdistanê hene.

Wêne li gorî koalîte, aliyê teknîkî, rêpîvanên kişandinê, paqijbûna wêne, her wiha li ser bingeha çîrok û wateya wêne hatin hilbijartin.

Em dixwazin balê bikşînin ku wekî Komîteya Amadekar a pêşengehê me rojên 22 û 23’yê Çileya 2016’an wekî rojên lidarxistin pêşengehê diyar kiriye. Pêşengeh dê li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo were lidarxistin. Li kantona Kobanê jî di 28 û 29’ê çile de pêşengeh tê organîzekirin.

Em wekî Komîteya Amadekar bang li tevahiya saziyên sivîl, partiyên siyasî, dezgehên çapemeniyê yên hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê dikin ku beşdarî yekemîn pêşengeha wêneyên fotografîk li Rojava bibin, her wiha rastî û berxwedaniya gelê Kurd ê Kurdistanê ji her kesî re derxîne holê.”

(he)

ANHA