Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Weqfa jina Azad kargeheke jinan vekir

Dîmen

SILAVA EBDULREHMAN

QAMIŞLO – Weqfa Jina Azad bi armanca peydakirina derfetên kar ji jinan re kargehek biçûk a dirûnê taybet bi jinan vekir. Di kargehê de 5 jin kar dikin.QAM-WEQFA-JINA-AZAD-KARGEHA-DEROTENE-VIKER (2)

Weqfa Jinên Azad di çarçoveya xebatên pêşxistina aboriya jinan de kargeha dirûnê taybet bi jinan li bajarê Qamişlo vekir. Wekî gava destpêkê 5 jinên ku berê perwede dema 6 mehan dîtobûn di kargehê de kar dikin. Di kargehê dê cilên jinan û zarokan ên kurdî were dirûtin.

Di kargehê de 4 mekîne û mekîneyek hebkê heye, her wiha ûtî jî heye. Di kargehê de cawên ku cilên jinan ji wan çêdibin hene û hemû pêdiviyên din ên kargehê jî hatine peydakirin.

Gelek jinên herêmê berê xwe didin kargehê û cilan li wir didrûn. Di kargehê de cil bi pereyên ne kêm têne dirûtin. Jina bi navê Sultana Îbrehîm têkildarî karê kargehê got ku berhemên kargehê başe û buhayê wan jî li gorî derfetên civakê ne.QAM-WEQFA-JINA-AZAD-KARGEHA-DEROTENE-VIKER (5)

Kargeha jinan rojane ji saetên sibê deriyê xwe vedike û heta saetên nîvro jî dimîne.

Endama Rêveber a Weqfa Jinên Azad Hena Elî ku li ser karê kargehê disekine got ku jinan kargeh bi ked û hêza jinan hatiye vekirin.

(dc)

ANHA

QAM-WEQFA-JINA-AZAD-KARGEHA-DEROTENE-VIKER (1) QAM-WEQFA-JINA-AZAD-KARGEHA-DEROTENE-VIKER (6) QAM-WEQFA-JINA-AZAD-KARGEHA-DEROTENE-VIKER (3)