Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Wezîrê Derve yê Amarîka serdana Tirkiyê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Amarîka Rex Tilerson serdana Tirkiyê kir û dê bi berpirsên hikûmetê re hevdîtinan pêk bîne.

Di dema ku Tirkiyê bi derve re gelek nakokiyan jiyan dike û di dema ku Amarîka piştgiriya xwe bi hêzên QSDʹê re zêde dike, Wezîrê Karê Derve yê Amarîka Rex Tilerson îro serdana Tirkiyê kir.

Wezareta Karê Derve li ser malpera xwe ya fermî gotibû ku Rex Tilerson bi aramnca alîkariyê bi endama Nato Tirkiyê dê serdanaTirekiyê bike, hate gotin ku di serdanê de dê şerê li dijî terorê were nîqaşkirin. Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê jî duh bi daxuyaniyekê got ku herdû alî di hevdîtina xwe de têkiliya di navbera herdû welatan nîqaş bikin û nerîna hev derbarê dozên herêmî û navdewletî were giritin.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Amarîka piştî civîna Koalîsyona li dijî DAIŞʹê ku bi beşdarbûna nûnerên 68 welata pêk hat. Di civînê de hate gotin ku dê çalakiyên li dijî DAIŞʹê di Sûriyê de zêde bikin.

(dc)