Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Wezîrê Îranê diçe Qeterê

NAVENDA NÛÇEYANWezîrê Karê Derve yê Îranê îro serdana hevkara Tirkiyê Qeterê dike, sibe jî wê Serokomarê Tirkiyê Erdogan dê serdana Îranê bike.

Wezîrê karê Derve yê Îranê Cewad Derîf dê îro serdana Qeterê bike. Ev serdana Derîf yekem car piştî aloziya di navbera Qeter û 4 welatên ereb (Erbeistana Siûdiyê, Misr, Imarat û Behrîn) pêk tê. Her çar welatên navborî bi navê ku Qeter piştgiriya komên “terorîst” dike û têkiliya wê bi Îranê re heye, embargoya aborî li ser Qeterê pêk anîn û hemû têkiliyên xwe bi wê re qut kirin. Qetera ku piştgiriyê ji Tirkiyê digre, ev tewanbarên her çar welatan red kir.

Wezareta karê Derve ya Îranê têkildarî serdana Derîf ya Qeterê got ku dê hevdîtinên wan li ser têkiliyên welatên Kendavê û pêşketinên li Îraq û Yemenê bin.

Çapemeniya Îranê têkildarî serdanê got ku Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Tanî re pêk bîne.

Wezîrê Karê Derve ya Îranê beriya serdana Qeterê çû Seltenet Oman û bi Sultanê Qabûs re hevdîtin pêk anî.

Di heman demê de Îranê amadekariya pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan ku tê payîn sibe serdana Îranê bike, dike.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî beriya niha li ser têkiliyên welatê xwe bi Tirkiyê re gotibû ku hevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Tirkiyê de li ser tehdîdên li ser wan pêk tên, pêk hatiye.

Dewleta Tirk û Îran li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan lihev dikin û pîlanan li dijî gelê kurd pêk tînin. Herdû welatan di asta herî jor de jî li dijî refuranduma ku di 25’ê îlonê de bi serkêşiya PDK’ê pêk hat derketin û gef li Başûrê Kurdistanê xwarin.

Di destpêka aloziya Sûriyê Dewleta Tirk û Qeterê piştgiriya komên çete yên bi navê Artêşa Azad kirin û bi hemû hêza xwe alîkariya wan kirin. Li aliyê din jî Îran bi hemû hêza xwe pişgiriya rêjîma Sûriyê dikir, ev yek bibû sedema ku nakokî di navbera Îran û herdû hevkaran Tirkiyê û Qeter de derkeve.

Lê piştî ku gelê kurd li Bakurê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin û pêkahateyên din ên Bakurê Sûriyê hevgirtina xwe ava kirin û hêzên QSD’ê piraniya herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Diyar dibe ku hevkariya di navbera Îran, Tirkiyê û Qeter zêdetir pêş dikev. Çavdêr dibêjin ku ev nêzîkatiya wan û hevkariya di navbera hersê aliyan de di çarçoveya dijberiya gelê Sûriyê û pêkanîna pîlanên din ên li dijî gelê kurd û hemû welatên Bakurê Sûriyê bîne.

(dc)