Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 Wezîrê nû yê DYA: Kurd hevkarên me yên sereke ne

Dîmen

NEVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê nû yê Karê derve yê Amerîkayê Rêks Tillerson ku ji aliyê Serokê DYA`yê Donald Trump ve hatiye erkdarkirin, duh got ku kurd alîgirên wan ên serkene û dê pişgiriya xwe ya bi hêzên kurd re ku li Sûriyê şerê DAIŞʹê dikin, bidomînin.

Tillerson di rûniştina sûndê ya li pêşiya Kongirêsa Amerîka ya tesbîtkirina wî ya wek wezîrê karê derve ya Amerîka de ev tişt gotin: ʺDivê em hevpeymana xwe bi Hêzên Kurd ên Sûriyê re yên berê û niha jî li wir li ser erdê hevpeymanên Akerîka yê herî mezin e nû bikin.

Divê em têkliyên xwe bi hevpeyman û dostên xwe yên li herêmê re nû bikin da ku aramî li wan herêmê pêk were. heger rêkeftinên berê hebin hatibin kirin, em ê jî pêk bînin.ʺ

Tillerson her wiha destnîşan kir ku destekdayîna hêzên kurd di pêşveçûnên wan ên ber bi bajarê Reqqayê navenda DAIŞ`ê ya sereke li Sûriyeyê de girînge û diyar kir ku heger DAIŞ hewil bide bireve herêmên din ên Sûriyeyê divê hêzên hevpeyman ên here bihêz werin avakirin û bi yekcarî DAIŞ ji holê bê rakirin. Divê em stratejiyeke nû li dijî DAIŞ`ê bişopînin.“

(rr/dc)

ANHA