Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xaça Sor: Di şerê 4 rojan de herî kêm 234 kes li Yemenê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ya li Yemenê diyar kir ku li Sanayê di şerê 4 rojên borî de herî kêm 234 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûne.

Li gelek dewetên ereban di sala 2011`an de şoreş li dijî rêjîma wan dewletan hate destpêkirin. Lê bi destwerdana hêzên derve û nerêxistbûna gel, ew şoreş ji rêya xwe derket û şerê navxweyî hate destpêkirin. Yemen jî yek ji van dewletên ku şerê navxweyî lê hate destpêkirin û gelek tevger û rêxistinên çekdar çêbûn. Ji wê demê û heta niha li Yemenê bi hezaran sivîl ji ber şerê navxweyî hatin kuştin.

Di hefreya borî de ku şer li Yemenê gurtir bû, Berdevkê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) yê li Yemenê Ednan Hizam destnîşan kir ku di şerê 4 rojên borî de yên navbera alîgirên Elî Abdullah Salih û Husiyan de herî kêm 234 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn.

Husiyan di 4`ê kanûnê de, serokê berê yê Yemenê Elî Abdullah Salih kuştin.

(kc)

ANHA