Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xade eger neyê destekirin bi astengiya demdirêj re rû bi rû ye

TEBQA – Tebqa wicheta bi hezaran koçbera ne, lê ji ber tunebûna cih û derfetên tendirustiyê, rewş kampax dibe. Xade Mehmûd ku ji tirsa bombebarana rêjîmê xwe di ser ban re avêt û hîna nexweş e.REQQA-TEBQA-CIROKA-XADA ‫(1)‬

Li bajarê Tebqayê derdora 125 hezar koçber hatine bicihkirin û 175 hezar jî li gundan belavbûne, piraniya wan jî rewşa kampax dijîn.

Gelek ji van koçber, an ji herêmên serweriya rêjîmê û DAIŞ`ê reviyane, an jî ji bajarên Cerablus û Ezazê ku di bin dagirkirina çeteyên Tirkiyeyê de hatine.

Ev koçberên han li malên ruxandî û avahiyên vala dimînin û tu destekên alîkariyê ji wan re nayê dayîn.

Xade Mehmûd Mişel  dayika 4 zarokane, ji ber şerê li bajarê Meyadîn, neçarî koçberiyê bû û berê xwe da Tebqa.

Herêma Meyadîn li parêzgeha Dêre zorê, bûye wicheta hêzên rêjîm û hevalbendên wê, lewma gelek car tê bombebarankirin û pir caran sivîl dibin qurban.

Xade jî ku li ser banê mala xwe li bajarê Meyadîn raza bû, bi dengê balafirên şiyar dibe û ditirse, lewma bi lez dixwaze dakeve û wiha dikeve xwarê.

Koçbera ku niha li dibistana Ibn Sîna li taxa El-Buheyra dimîn, hestiyê wê yê jêr zik(hewiz) şikestiye û ji ber tunebûna bijîşkan li bajarê Meyadîn bê derman ma û bi demê re vê yekê bandor li ser kezebê kir û hin nexweşiyên kezebê jî pê re çêbûn.

Xade dema dixwaze ji herêmê DAIŞ`ê bireve û berve Tebqa were, ji ber xizaniyê hemû tiştên xwe difiroşe û tevî hestiyê şikestî di canê wê de, dimeşe. Niha eger neyê dermankirin, dê astengdar bibîne.

Xade dibêje” dema em gihîştin QSD`ê, me bi aramiyê hîs kir, tu pereyên min ji bo tedawiyê tune ne”

Rewşa Xade rojane kambaxtir dibe û eger neyê dermankirin , bi metirsiya astengdariya dem dirêj re , rû bi rû ye.

(nse)

ANHA