Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xalên tevlîbûna Focên leşkerî li Helebê hate şîrovekirin

HELEB- Hêzên Parstina Civakî (HPC) civînek berfireh ji endamên xwe û şêniyên taxa Şxêmeqsûd re lidar xistin. Di civînê de girîngiya xweparastinê hate vegtin, her wiha xalên tevlîbûna focên leşkerî yên YPG hatin şîrovekirin.HLB-CEVINA-HEZA-PARESTENI-CEVAKI-JI-BO-FOC (1)

Civîn bi beşdarbûna dehan endamên HPC û şêniyê taxa Şêxmeqsûd li sauna civînan a beşê Rojava ya taxê hate lidarxistin. Salona civînê bi psterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên HPC hate xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endamê Rêveber ê TEV-DEM ya Helebê Fehîma Silêman axivî û got ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê endamên HPC ji bo parstina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.

Fehîma Silêman di berdewama axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina wê ji xaka Sûriyê re şermezar kir û got ku pîlanên dewleta Tirk ên li dijî projeya fedraliya Bakurê Sûriyê eşkere bûye.HLB-CEVINA-HEZA-PARESTENI-CEVAKI-JI-BO-FOC (3)

Fehîmd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Bakurê Sûriyê êdî rastiya pîlanên wan dizane û wê bi hemû hêza xwe parastina destekeftiyên xwe bikin.

Di berdewama civînê de Hevseroka Meclsîa TEV-DEM’ê ya Helebê Suad Hesen şertên telvîbûna focên YPG’ê ji beşdaran xwend.

Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.

Tê payîn ku HPC civînên derbarê pênasekirina xalên telvîbûna focan bidomînin. YPG’ê di 30’ê îlonê de yekem foca leşkerî li Helebê ragîhand.

(dc)

ANHA

fehima suhad