Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xaminî: Dijmin dixwazin derbeyekê li Îranê bidin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ayetullah Elî Xaminî got ku dijminên Îranê li pişt xwepêşandanan disekinin û li bendê ku derbeyekî li Îranê bidin.

Piştî 6 rojan ji xwepêşandanên ku li seranserî bajarên Îranê belav bûne cara yekê Lîderê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xaminî li ser daxuyanî da û got ku dijmin li pişt vî karî disekine.

Xaminî got “Di rojên dawiyê de dijminên Îranê pere, çek, siyaset û hêzên îstixbaratê bi kar anîn da ku di hundirê komara me ya Îslamî de aloziyekê çêbikin.”

Xaminî wiha axaftina xwe dewam kir “Gelek tişt hene ku ez ji gelê me yê hêja re bêjim, lê her tişt di dema xwe de xweş e.

Li seranserî bajarên Îranê ev 6 roj in bê navbera gel li dijî hikûmetê rabûye ser piiyan. Ev serhildana gel bi tund û tujiya hêzên rêjîma Îranê re rû bi rû tê.

Di van rojan de li gorî agahiyên televisyona fermî ya Îranê 22 hatine kuştin û herî kêm 450 kes jî hatin girtin.

(he)