Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Xebat Dêrik mînaka kesayeta şoreşger û fermandar bû’

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya TEV-DEM’ê Damezirênerê Yekîneyên Parastina Gel Xebat Dêrik di salvegera 6’emîn a şahadeta wî de bi bîr anî û soza wefadariya bi xwîna şehîdan re nû kir.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya salvegera 6’emîn a şahdeta Damezirênerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:

“Di pêngava destpêkê ya şoreşa azadiyê de Şehîd Xebat û komek ji hevalên xwe dendika yekemîn a avakirina yekîneyên parastinê ava kirin. Ev yek li gorî bernameyeke tewrîk û armancên şoreşgerî ji bo fayîdeyê bide tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pêk hat.

Eger em encamên vê yekê bidin ber çavên xwe em ê bibînin ku ev gav çiqasî di cihê xwe de bû. Ev yek bê hêmanekî sereke yê ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyeyê. Niha ji Dêrik hetanî Efrînê bûye wargeha bi sedhezaran welatiyên Sûriyeyê ku ji ber şerê rêjîmê û komên din reviyane.

Di salvegera 6’emîn a şehadeta Xebat Dêrik de em wî wekî kesayeta welatpêrz, şoreşger û fermandarekî ku li tevahiya qadên têkoşînê pêşengiyê kiriye bi bîr tînin. Li seranserî Kurdistanê li hemberî rêjîmên sermayedar ên dîktator 27 salan bêyî navber têkoşîn kiriye.

Şehîd Xebat ev têkoşîna xwe bi hişmendiyeke şoreşgerî û kesayeteke tijî mîraseyê Tevgera Azadiya Kurdistanê derbas kiriye. Ew mînaka kesayeta şoreşger û fermandar bû ku yekser bangewaziya şoreşa Rojava bi cih anî. Di serhildana gelê Rojava de ku armanc jê guhertin û veguhertineke demokratîk bû wî roleke pêşeng lîstiye.

Şehîd Xebat herî dawî tevî komeke ji hevalên xwe dest bi avakirina bingeha Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin kir. Şehîd Xebat xebatên perwerdekirina ciwanan û birêxistinkirina wan di nava yekîneyên leşkerî de bi rêve dibir. Ev yek bêye dendika bingehîn a avakirina hêzeke niştîmanî li Rojavayê Kurdistanê. Bi şehadeta Xebat Dêrik tevlîbûneke pir zêde ya ciwanan di nava Yekîneyên Parastina Gel de çêbû û ciwanan bersiva riya têkoşînê ya Xebat Dêrik dan.

Wekî Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em di salvegera 6’emîn a şahdeta Xebat Dêrik de soz didin gelê  ku em ê wefadariya xwe ya bi şehîdan re serkeftinên mezin pêk bînin. Ala azadiyê wê hertim bilind bîmîne.”

(he)