Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebata xweşkirina bajar û çandina daran didome

TEBQA – Buroya Xizmetê bi hevkariya beşê ekolojîk xebatên xweşkirina bajar û çandina daran didomîne.

TEBQA-KARI-SARADARI (1)

Di dema dagirkirina bajarê Tebqayê de, çeteyên DAIŞ′ê bi hinceta ″gunehe″ nedihiştin ku gel daran av bidin. Di encamê de hemû dar û daristanên bajêr hişk bûn.

Ji bo ku bajar ji nûve şîn bibe û bi rengê kesk bixemile, Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi xebatên çandina daran kir. Li gelek deverên bajar darên ″Tû, hinar, hejîr, zeytûn, xurme û cûreyên din ên darên berhemdar) hatin çandin.

MOHAMED

Hevşaredarê Gel ê Tebqayê Mihemed Cercenazî derbarê vê xebatê wiha got, ″Niha li cihê darên hişk, darên kesk têne çandin. Ketin û kolanên bajêr bi daran têne xemilandin. Li aliyekî din jî dîwarên bajar bi xêzkirina wêneyan tê xemilandin û qeraxên riyan tên sererastkirin.″

Her wiha li bajaroka Mensûra ya gundewarên bajêr jî, xebata çandina daran dest pê dike.

(mm)

ANHA