Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên Akademiyên Civaka Demokratîk hatin nirxandin

DIRBÊSIYÊ – Endamên Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe yên 6 mehan nirxandin û dane zanîn ku dê bi saya dewreyên perwerdeyê, felsefeya neteweya demokratîk were belavkirin.DIRBESIYE-CIVNA-AKADIMIYA-CIVA-DEMOKRATIK1 ‫(1)‬ ‫‬

Endamên Akademiyên Civaka Demokratîk li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê li hev civiyan. Di civînê de, raporên xebatên 6 mehan ên Akademiyên bajarên Kantona Cizîrê hatin xwendin.

Di berdewama civînê de, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Gerzan Çiya rewşa siyasî nirxand û da zanîn ku armanca sereke ya dewleta Tirk, dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê, têkbirina şoreşa Rojava ye. Çiya wiha domand: ″Serkeftinên ku hêzên YPG/YPJ/QSD′ê li herêmê bi dest dixin, ne bi dilê dewleta Tirke. Ji ber vê yekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi awayekî hovane êrîşî herêmên rizgarkirî dikin. Gelê herêmê jî ev yek red kirin.″

Piştre rewşa rêxistinî ya Akademiyên Civaka Demokratîk, hat nîqaşkirin. Her wiha hate zanîn ku bi saya dewreyên perwerdeyê ku dê li Akademiyan bêne dayîn, civak pêş bikeve û serkeftinên hê mezintir bêne bidestxistin.DIRBESIYE-CIVNA-AKADIMIYA-CIVA-DEMOKRATIK1 ‫(1)‬

Di dawiya civînê de, hat destnîşankirin ku dê bi saya dewreyên perwerdeyê, felsefeya neteweya demokratîk were belavkirin û civakeke azad û exlaqî were avakirin.

(mm)

ANHA