Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên berfirehkirina Meclîsa Sivîl a Tebqayê dewam dikin

TEBQA – Zêdetirî 400 kesî ji bo endamtiya Meclîsa Sivîl a Tebqayê, wekî bernamzet xwe pêşniyar kirin.

Di Îlona derbasbûyî de, Meclîsa Sivîl a Tebqayê biryara berfirehkirina Meclîsa Sivîl a Tebqayê da. Di vê çarçoveyê de meclîsê komîteya amadekar  ku 29 kesan pêk tê, ava  kir da ku bi hemû pêkhateyên Tebqa, rêxistinên jinan, rûsipî û ciwanan re bicive.

Ji dema ku komîteya hatiye avakirin ta niha, civîn bi gelê Ereb, Turkmen, Kurd, Elewî, IIsmaîlî, Şêî, êlên Ereban, rêxistinên ciwan û  jinan re hatiye çêkirin û makenîzmeya berfirehkirina meclîsê û armanca wê, ji wan re hate şirovekirin.

Li gorî Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed Şeban û Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed Silêman, heta zêdetirî 400 kesî ji bo meclîsê wekî bernamzet xwe  pêşniyar kirine. Şeban û Silêman gotin ku pêwîst e hejmara dawî ya meclîsê ne zêdeyî 150 endamî be.

Wê hemû pêkate cihê xwe di nava meclîsê de bigrin, tevî ku hinek ji pêkhateyan hîn nehatine, lê wê cihê wan werê veqetandin.

(kc)

ANHA

EHMED SILEMAN EHMED SEBAN