Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên hilbijartinan bi coş û serkeftî dewam dikin

Dîmen

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Xebatên amadekariya hilbijartinên hevserokên komînan li Bakruê Sûriyê li gorî pîlana hatiye destnîşankirin dimeşe. Civak bi awayekî ber bi çav xwedî li xebatên hilbijartinan derdikevin.

Ii gorî biryara Melîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku di civîna xwe ya di 27 û 28ʹê Tîrmehê de hate lidarxistin, roja 22ʹê êlonê wekî roja lidarxistina hilbijartinên komînan hate destnîşankirin.

Komîn bingeha şaneya sereke û bingehîn a sîstema Federaliya Demokratîk e. Bingeha Fedraliyê ya civakî ji komînan destpê dike. Biryara rêveberiyê û rêxistinî ji wir destpê dike. Komîn wekî meclîsekê di hemû qonaxan de bi xwe kar dike. Ev li gorî xala /57/an a Hevpeymana civakî ya Fedraliya Demokratîk e.

Piştî ku Komseriya Bilind a Hilbijartinan di 16ʹê tebaxê de dest bi qebûlkirina navên kesên xwe ji bo hevserokatiya komînan pêşniyar dikin qebûl kirin, hejmara kesên xwe wekî bernamzet pêşniyar kirin zêdeyî 11 hezar kes e.

Hevseroka Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif xebatên hilbijartinê nirxand û got ku xebatên hilbijartinan li gorî hemû zehmetiyan li gorî wan danîne dimeşeşe. Hedeya Yûsif her wiha destnîşan kir ku ev yek li herêmên ku nû hatine rizgarkirin jî pêk hatiye.

Hedya Yûsif derbarê derbaskirina zehmetiyan jî da zanîn ku komîteyên fedraliyê û komîteyên têkiliyan rêzecivîn li herêman lidarxistin û sîstema Fedraliya Demokratîk û girîngiya wê, her wiha girîngiya komnan ji welatiyan re şîrove kirin. Hediya Yûsif got ku ew civîn erênî hatin pêk hatin.

Hevseroka Meclîsa Fedraliya Balurê Sûriyê Hediya Yûsif serlêdana zêde ya welatiyan bibrîr xist û da diyarkirin ku ev serkeftina berxwedana û tekoşîna mezin ku gel rêveberiya wê dike nîşan dide û wiha dom kir: ʺTevî hemû zehmetiyan, her wiha îdayên reşkirinê ku opozisyona Sûriyê û rêjêmê li dijî Fedraliya Demokratîk pêk tînin, jê lê xwedîderketina gel a li sîstemê hişyarî û xwesteka gelê me ya pêşxistina sîstema fedraliyê nîşan dide.ʺ

Hediya Yûsif berxwedan û fedekariya gelê herêmê anî ziman û wiha dirêjî da axaftinaên xwe: ʺGelê herêmê ji bo azadiya xwe gelek qurbanî dan. li dijî terora cîhanî derket, bi hezaran şehîdan dan da ku parstina ewlekariya xwe bikin û  aramiyê li tevahiya xaknîgariya Bakurê Sûriyê pêş bixin.ʺ

Hevseroka Meclîsa Fedraliya Balurê Sûriyê Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Bakurê Sûriyê kir ku di roja 22ʹê êlonê de bi hemam rihê ku pê şerê terorê kirin berê xwe bidin sendoqên hilbijartinan û xewnên şehîdên xwe yên ji bo sîstema fedraliyê canê xwe feda kirin, pêk bînin û bi vê yekê ji hemû cîhanê re isbat bikin ku gelê herêmê tenê temsîla îradeya xwe dike.

(dc)

ANHA