Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Xebatên ji bo yekîtiya netewî didomin’

AZAD SIFO

GIRKÊ LEGÊ – Kesayetên Kurd ên herêma Girkê Legê, ku di civîna Şêwira Yekîtiya  Neteweyî ya Kurdistanî  de ya di 15-16`ê vê mehê de li bajarê Silêmaniyê hetibû lidarxistin de amade bûn, diyar kirin xebatên ji bo yekîtiya netewî didomin û deriyê beşdarbûnê ji hemûyan re vekirî ye.

Kesayetên herêma Girkê Legê ku beşdarî Şêwira Yekîtiya Neteweyî Kurdistanî bibûn, ji ANHA`yê re axivîn.

SEQIQ IBRAHIM

Sekerterê Giştî yê Partiya Niştimanî ya Kurdistanî Şfîq Îbrahîm, diyar kir ku civîna şêwiriyê di pileya yekem de girîngiya yekîtiya refê Kurd hat nîşandan, taybet jî di çarçoveya geşedanên lezgîn ên siyasî di cîhanê û Rojhilata Navîn de û arîşeyên li hemberî gelê Kurd û doza Kurd li hemû parçeyênKurdistanê bi giştî û li Rojava derdikevin, misoger bike.

‘Parastina destkeftên gelê Kurd’

Îbrahîm destnîşan kir ku mijara parastina destkeftên ku Kurdan li her çarparçeyên Kurdistanê pêk anîne, ji nîqaşên bingehîn ên hevdîtina şêwiriyê bû û wiha pê de çû:”Di nîqaş û nêrîna hemûyan de girîngiya pêkanîna xebatên ji parastina van destkeftan, çi li Başûr, Bakur, Rojava yan jî li Rojhilat be, hat nîşandan. Her wiha girîngiya seknandina li hemberî êrîş û destdirêjiyên ji aliyê rejîmên dagirker ve li ser gelê Kurd tên kirin, aliyekî nîqaşan bû.”

Di şêwira neteweyî de destekdayîna berxwedana YPG/YPJ`ê

Sekerterê Giştî yê Partiya Niştimaniya Kurdistanê Îbrahîm Şefîq, bi lêv kir ku nûnerên aliyên beşdarî hevdîtina şêwirê û kesayetên civakî û rewşenbîrî  gotin ku destkeftên gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistsanê yek e û nayê parçekirin û got:”Li ser vê esasê girîngiya yekbûna gelê Kurd da ku destekê bide şoreşa Rojava û destkeftên hatine pêk anîn bê parastin, hat nîqaşkirin. Bi taybet bersivdayîna li hemberî destdirêjî, êrîş û planên ku dewleta Tirk pêk tîne da ku van destkeftiyan hedef bigre. Aliyên beşdarî hevdîtina şêwirê destekdayîna xwe ji berxwedana YPG/YPJ`ê re nîşan dan.”

LUQMAN EHME

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanî Luqman Ehmê, têkildarî îdiayên ku hin aliyan û saziyên çapemeniyê ku hevdîtina şêwirê armanc dike refrandûma serbixwebûna Kurdiatanê vala derbixe  derewand, wiha got:”Wek van îdiayan ji rastiyê dûrin û derewin. Di hevdîtina şêwirê de hemû aliyan piştgirî dan refrandûma serbixwebûna Kurditsanê, bi mercê ku di bin siya saziyên destûrî yên herêma Kurdistanê de be.”

Hemû alî hatin vexwendin

Ehmê wiha domand:”Ne beşdarbûna hin aliyên siyasî di hevdîtina şêwirê de, bandoreke neyînî kir. Gelê Kurd jî li ser sedema ne beşdarbûna wan aliyan, pirsan dike.”

Ehmê bal kişande ser wê yekê ku hin aliyan îdia kirin ku ew nehatine vexwendin û got ku hemû aliyên Kurd ji bo beşdarbûna hevdîtina şêwirê hatibûn  vexwendin.

Derbarê qonaxa piştî hevdîtina şêwirê, Sekerterê Giştî yê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê Şefîq Îbrahîm û Serokê Partiya Kesk a Kurdistanî Luqwman Ehmê gotin ku xebatên ji bo yekîtiya niştimanî didomin û hevdîtina şêwirê wek qonaxa yekem a serkeftî bû, piştre hê du qonaxên din tên.

Kesayetên Kurd dane xuyakirin ku çalakiyên qonaxa duwem, ji avakirina komîteyên têkliyan careke din bi aliyên Kurdistanî re li hemû parçeyên Kurdistanê û serdana kesayetên netewî, rewşenbîr û rûsipiyan, her wiha lidarxistina civînan ji hemû aliyên gel re û bihîstina nerîn û pêşniyarên wan ên derbarê yekîtiya neteweyî, pêk tê. Li ser vê esasê jî vexwendina hemû aliyan li ser lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê tên kirin ku wek qonaxa sêyem û dawî ye.

Her wiha destnîşan kirin ku deriyê beşdarbûnê ji hemû aliyan re vekirî ye û xebatên têkildarî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê li pêşiya hemû partî, alî û kesayetên Kurdistanî vekirî ye.

(rr)
ANHA