Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên jinê li nexweşxaneya Firatê têne rêxistinkirin

MINBIC – Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê bi doktorên jin ên nexweşxaneya Firatê re civiya û ji bo rêxistinkirina xebatên jinê li nexweşxaneyê, rêveberiya wan ava kir.MINBIC-CIVINA-MECLISA-TENFIZI-YA-JINEN-MINBICE1 ‫(174850562)‬ ‫‬

Hevseroka Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê Zeyneb Qenber û Cîgira wê Cemîle Ehmed bi doktorên jin ên nexweşxaneya Firatê de civiyan, rewşa xebatên wan û pirsgirêkên ku li pêşiya wan derdikevin nîqaş kirin.

Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya alîkariya gel bi kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneya Firatê  re, da civakeke tendurist were avakirin.

Her wiha pêşînyar hat kirin ku li nexweşxaneyê rêveberiya doktorên jin were avakirin, da xebatên jinê bêne rêxistinkirin û koordîne bi saziyên sivîl re were kirin.

Di dawiya civînê de rêveberiya doktorên jin ên di nexweşxaneya Firatê de dixebitin, hat hilbijartin.

(mm)

ANHA

MINBIC-CIVINA-MECLISA-TENFIZI-YA-JINEN-MINBICE1 ‫(174850561)‬ ‫‬ MINBIC-CIVINA-MECLISA-TENFIZI-YA-JINEN-MINBICE1 ‫(1)‬ MINBIC-CIVINA-MECLISA-TENFIZI-YA-JINEN-MINBICE1 ‫(1)‬ ‫‬