Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên KNK`ê ji bo şêwra yekîtiya neteweyî li Başûr didome

NAVENDA NÛÇEYAN – KNK`ê ku amadekariyan dike ji bo li Başûrê Kurdisatnê şêwra yekîtiya neteweyî bike, serdana YNK’ê kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) amadekariyan dike ku 27-28’ê Çileyê li Başûrê Kurdistanê şêwra yekîtiya neteweyî bike. Bi vê armancê serdana Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) kir.

Heyeta KNK’ê ku ji Alîkarê Hevserokên KNK’ê Farûq Cemîl, endamên KNK’ê Şukrîllah Emîn, Mela Hesen, Mujde Ebas û Ferhad Dostkî pêk dihat, ji aliyê endamên Polîtburo ya YNK’ê Mela Bextiyar û Hekîm Qadir Hemecan ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtinê saet 11’an li Navenda Polîtburo ya YNK’ê dest pê kir û saet û nîvekê dewam kir. Piştî civînê, endamê Polîtburo ya YNK’ê Hekîm Qadir Hemecan daxuyanî da çapemeniyê û spasiya KNK’ê kir ji ber hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî. Hemecan got “Em ê desteka xwe ya di vê mijarê de bidomînin. Ji bo ku em bi projeyekê tevlî vê komxebatê bibin, hewldanên me didomînin.”