Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên paqijkirina Reqa ji mayînan didome

GIRÊ SPÎ – Komîteya Jinûve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca paqijkirina bajêr ji mayn û bermahiyên şer bi rêxistinên rakirina mayînan re civiya.

Komîteya jinûve avakirinê ya girêdayê Meclîsa Sivîl a Reqayê di çarçoveya paqijkirina bajêr ji mayên çeteyên DAIŞ‘ê û bermaniyên şer bi rêxistinên rakirina mayînan a Birîtanî ya MAG û rêxistina TETRATEK a Amerîkî re civiya.

Derbarê mijarê de, Endamê Komîteya Jinûve Avakirinê Mihemed Hesen diyar kir ku rêxistina TETRATEK xebatên paqijkirina aşê El-Reşîd didomîne û dê dest bi amabra genim û stasyona tirênê bikin. Mihemed Hesen an ziman ku Rêxistina MAG herêma Til Semin û Miêzîla wergirt da ku dest bi xebatên paqijkirinê bike.

Rêxistina TETRATEK nexşeyeke derbarê dibistanên ku hatin paqijkirin pêkêşî komîteyê kir.

Di civînê de navên hin devberên din ku dê werin paqijkirin hatin diyarkirin.

(bb)

ANHA