Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên paqijkirina Reqayê didome

Dîmen

REQA – Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê kar û xebatên paqijiyê li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê didomîne.reqa (3)

Komîteya Xizmetguzariyê bi armanca paqijkirina taxa Rimêla ya Reqayê beriya niha bi 3 hefteyan derbas taxê bû. Heta niha nîvê taxê hatiye paqijkirin û xebatên paqijiyê li nîvê din dewam dike. Her wiha Kolana El-Qiwetlî û Çerxereya Saetê ya navenda bajarê Reqayê jî têne paqijkirin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Komîteya Xizmetguzariyê Mihemed Necar destnîşan kir ku ji ber kêmderfetan xebatên paqijiyê dereng dimeşe.

Necar anî ziman ku ji bo şênî dûkanên xwe zû vebikin wan dest bi paqijkirina Kolana El-Qiwetlî kirin.mohamed

(bx/kc)

ANHA