Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên peydakirina ava vexwarinê ji giştî Tebqayê re didome

TEBQA Yekîneya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê kar û xebatên xwe ji bo sererastkirina toreya avê ya giştî bajêr didomîne. Yekîneyê ava vexwarinê ji sedî 90 ji bajêr re peyda kir û niha li herdu taxên yekemîn û sêyemîn ku bê av mane dixebite.TEPQA-SAREDARI-HEWILDIDE-AVE-BIGHENE-BAJER1 (2)

Di çarçoveya kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê de, sererastkirina toreya ava vexwarinê ji hemû welatiyan re berdewam dike. Yekîneya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel di vê çarçoveyê de avzêya aliyê bakurê sererastkir û niha pêdiviya wê bi kehrebeyê heye da ku weke aktîfkirin. Weke çareseriyeke alternatîf Yekîne niha dê ceneratorekê peyda bike da ku di demeke lezgîn de were aktîfkirin. Bi vê yekê ava vexwarinê dê ji herdu taxên Yekemîn û Duyemîn re were peyda kirin.

Di heman çarçoveyê de, niha kar û xebat di projeya cûdakirina ava taxa El-Ziwêqat ji ava taxa El-Iskenderiyê tê meşandin, da ku av ji herdu deveran re bi temamî were peydakirin.TEPQA-SAREDARI-HEWILDIDE-AVE-BIGHENE-BAJER1 (1)

Li gorî pilansaziyê jihevqetandina ava herdu aliyan dê bi riya girêdana toreya El-Ziwêqat bi bajarê Tebqayê re pêk were û destpêka xeta Iskenderiyê ya li başûrê bajê ku ava xwe ji pompeyeke taybet werdigire. Lê pêdiviya vê projeyê bi hin alavan heye.

(jh)

ANHA