Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên salekê yên Meclîsa Rêveber a Efrînê hatin nirxandin

EFRÎN – Meclîsa Rêveber di rapora xwe ya salane de, çend pîlansaziyên nû ji Meclîsa Zagonsaz re pêşniyar kirin û xebatên xwe nirxandin.

EFRIN-CIVINA-MECLISA-TENFIZI1 (4)

Bi beşdariya Hevserokên Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa û Osman Şêx Îsa, endamên Meclîsa Zagonsaz û hevserokên desteyan, Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de Meclîsa Rêveber derbarê xebatên salekê ya meclîs û desteyên wê de rapor ji Meclîsa Zagonsaz re pêşkeş kir. Ev yek li gor madeya 53`ê ya benda sêyemîn a hevpeyîmana civakî ku diyar dike, pêwîste her sal desteyên meclîsa rêveber derbarê kar û xabatên xwe de rapor pêşkeş bikin, xebata xwe binirxînin û pîlansaziyê sala bê pêşniyar bikin de,  pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, pişt re Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Mişîra Mela Reşîd,kurtencama civîna berê xwend. Paşê Osman Şêx Îsa û Serokê Desteya Têkiliyên Derve Silêman Ceifer rapora xebatên salekê yê Meclîsa Rêveber xwendin.EFRIN-CIVINA-MECLISA-TENFIZI1 (5)

Di raporê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û taybet Sûriye û bandora wê li ser Rojava û Kantona Efrînê hate nirxandin.

Her wiha bal hat kişand ser rewşa rêxistinî ya meclîsê û hemû karê deseteyan yên salekê hatin rêzikirin û hat destnîşankirin ku tevî dorpêça li ser herêmê û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, desteyan karibûn gavên berbiçav bavêjin.

Di dewama raporê de jî pîlansaziya her desteyekê hat vegotin û jê ya Desteya Kar û Barên Civakî ku dê li ser projeya zagona kar û garantiyê civakî bixebite, her wiha Desteya Bazirganî û Aboriyê eşkere kir ku dê bi hevkariya komînan hin koperetîvên nû saz bike.

Pişt re nîqaşê destpê kir û hat pêşniyarkirin ku komîteyek li dijî fesada di kantonê de bê avakirin, her wiha peywendîdarî bi sîstema perwerdeyê re zêdetir bibe, gel derbarê bikaranîna zarokan de bê hişyarkirin û projeyên taybet bi jinê zêdetir bibin.

Di dawiya civînê de, hate diyarkirin ku wê Meclîsa Zagonsaz a Efrînê di 22`ê vê mehê de, civîna xwe lidar bixe.

(nse)

ANHA