Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xebatên vegerandina kehrebeyê ji Tebqayê re berdewam in

TEBQA Kargehên sererastkirina navendên belavkirina kehrebeyê, li rex xebatên sererastkirina bendava Feratê xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin, da ku kehrebeyê ji bajarê Tebqayê û gundewarê wê re vegerînin.

Piştî ku bajarê Tebqayê di 10’ê Gulana borî de ji destên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate rizgarkirin, kargehên sererastkirina navendên belavkirina kehrebeyê li benda paqijkirina mayînan bûn. Piştî ku evan dever ji mayînan hatin paqijkirin van kargehan xebatên xwe bi rêk û pêk dane meşandin. Li aliyekî din ziyanên ku çeteyan gihandine bendava Feratê têne sererastkirin.

Navenda belavkirina kehrebeyê li aliyê başûr û rastê yê bendavê ye û di navbera bendavê û navenda guhertina kehrebeyê de ye. Sererastkirina vê navendê jî di çarçoveya bernaneya vegerandina kehrebeyê ji giştî bajarê Tebqayê û gundewarê wê re pêk tê.

Ev navend jî cihekî sereke ya bendavê ye ji ber ku ew belavkirina kehrebeyê li toreya herêmê birêxistin dike û belav dike.

Di heman çarçoveyê de, xebatên sererastkirina bendava Feratê jî bi rêk û pêk tên meşandin. Niha xebatên sererastkirina device yekemîn tê meşandin piştî ku herdu devikên sêyemîn û heştemîn hatin amadekirin. Her wiha pilansaziyeke sererastkirina devikê duyemîn a bendava Azadî (El-Baas) tê meşandin.

Girêdayî mijarê xebatkarên di van kargehan de diyar kirin ku wan saetên xebatê zêde kirine da ku proje di demeke zû de pêk were.

(jh)

ANHA