Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xelîfê: Lawazbûna rêveberiya Kurdî bû sedema têkşikandinên Başûrê Kurdistanê

HEVPEYVÎN

MEDIYA HENAN / YEHYA EL-HEBÎB

QAMIŞLO – Hiqûqnas Ebdilrehman Xelîfê diyar kir ku vekişandina Pêşmergeyan ji Kerkûkê û hin herêmên din di encama hevpeymaneke veşartî ya berê di navbera rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de pêk hatiye. Her wiha destnîşan kir ku AKP’ê, serhişkiya Barzanî û tunebûna parleman li paş lidarxistina referandûmê bûn û yek ji sedemên şikandinên Başûrê Kurdistanê lawaztiya rayedarên Kurd, nezanebûna wan a siyasî û gendeliya di nava rêveberiyê de ye.

Hiqûqnasê Îraqî û Endamê Kongra Niştimanî ya Kurdistanê Ebdilrehman Xelîfê xalên mij ên girêdayî geşedanên dawî li herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine û bi taybet mijara vekişandina Pêşmergeyan ji Kerkûkê di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re zelal kirin û piştrast kir ku daketina Barzanî ji desthilatdariyê siyasetên herêma Başûrê Kurdistanê û bi taybet di derbarê Tirkiyeyê de nayên guhertin û got ku divê siyasetmedarên herêma Başûrê Kurdistanê û xwediyên biryarê li xwe mukur werin ku şaştî kirine û lêborîna xwe ji gel bixwazin û dest ji helwestên desthilatdar berdin û rê li pêşiya welatparêzan vebikin ku rêveberiya herêma Kurdistanê bikin.

Hevpeyvîna ANHA’yê ya bi Xelîfê re wiha ye:

* Di 16’ê Cotmeha borî de Îraq di qada leşkerî de rastî guhertinên nû hat û hêzên Pêşmerge ji gelek deverên di bin serweriya herêma Kurdistanê de bûn vekişiya û hêzên Heşid El-Şehbî şûna wan girt. Gelo destkeftiyên ku herêma Kurdistanê winda kirine çi ne, gelo ev buyerên dawî li herêma Kurdistanê rû dane girêdayî buyerên Şengalê, dorpêça herêma Efrînê, êrîşa Artêşa Tirk li dijî herêmên Parastina Mediyayê û belavkirina nûçeyên ku rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne aram e, ne? û ev yek çawa ye?

Eger em bixwazin destên xwe bidin ser birînê, divê em zelal bikin ku ji dema parçekirina duyemîn a Kurdistanê bi hevpeymana Lozanê (parçekirina yekemîn a Kurdistanê piştî şerê Galdiran di sala 1514’an de pêk hat û Kurdistan di navbera Sefewiyan û Osmaniyan de hate parçekirin. Parçekirina duyemîn jî piştî kongreya Lozanê ya 1923’an pêk hat û di encamê de beşê Kurdistanê yê girêdayî dewleta Osmaniyan di navbera dewletên Tirkiye, Sûriye Îraq de hate parçekirin.) dewleta Tirk komployekê li pey komployeke din pilan dike, ji bilî ku dagirkeriya Bakurê Kurdistanê dike, bi hemû hêza xwe hewl dide şer Kurdan li her deverekê bike û hemû hêza xwe ji bo têkbirina şoreşên Kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê bikar tîne. Hemû têkşikandinên li Başûrê Kurdistanê rû dane di asta yekemîn de beşekî van komployên qirêj e, her wiha fektorê duyemîn jî ew e ku rêveberî û rayedarên Kurdî lawaz in û di nirxandina siyasî de nezan in û gendeliya di nava rêveberiya kurdî de belav bûye. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku rewş bi giştî girêdayî buyerên Şengalê, dorpêçkirina Efrînê û rûdanên li Bakurê Kurdistanê ne ji ber ku Tirkiye hêjî bi yek nêrînê li hemû tevgerên rizgariya Kurdistanê temaşe dike.

Lê di derbarê vekişandina Pêşmergeyan ji herêmên Kurdistanê yên li derveyî herêma Başûrê Kurdistanê ku rûpîvana van deveran bêtirî nîvê Başûrê Kurdistanê ye, ev ne windakirina demkî ya herêmekê ye, lê belê ew têkşikandineke Kurdan e û dibe ku demekê dirêj bike, her wiha êdî bawerî jî bi rêveberiya Kurdî ya niha nemaye, vê yekê bandoreke neyînî li psykolojiya hemwelatiyên Kurd kiriye.

Rast e ku evan dever bi herêmên binakok li gorî destûra Îraqê ya niha hatine binavkirin, lê ez bawer dikim ku eger çalakiya pêkanîna madeya 140 ya destûra Îraqê ku ji aliyê hemû Îraqiyan ve hatiye erêkirin, mijar dê bêtir girêkok bibe û ti carî evan dever bi hêsanî ji hembêza Kurdisanê re nayên vegerandin. Weke tê zanîn di salên borî de gelek caran pêkanîna vê madeyê hate astengkirin, tevî ku helwesta Kurdî di Îraqê de xurt bû, gelo di qonaxa lawaztiyê de dê çawa danûstandina wê bike û înîsyatîf niha di destên hikûmeta federal de ye.

* Masûd Barzanî di vê dema dawî de li xwe mukur hat ku ferman daye Pêşmergeyan ku ji Kerkûkê vekişin û ti carî şer nekin. Bi nêrîna we sedemên ku hiştiye Barzanî vê biryarê bigire çi ne? Gelo kî li paş wergirtina vê biryarê ye û sedemên wê çi ne?

Rayedarên herêma Kurdistanê di nava tevliheviyeke berdewam de ne û daxuyaniyên wan bi nakok in. Carekê dibêjin ku hevkarên wan Yekîtî Niştimanî Kurdistanê li Kerkûkê xiyanet kiriye û careke din jî dibêjin wan fermana vekişandina Pêşmergeyan daya da ku xwîn neyê rijandin. Gelo eger li Kerkûkê xiyanet pêk hatibe, çima ji deverên din vekişiyan ku têde destên (Barzanî) serwer bû û eniya wê bi sedan kîlomîtreyan dirêj e, ji Şengalê dest pê dike û li Xaneqînê bi dawî dibe. Eger Barzanî weke fermandarê giştî yê hêzên Pêşmerge fermana vekişandinê dabe, gelo îcar xiyanet di ku derê de ye?.

Lê sedemên vekişandinê, ez bawer dikim ji bo riswandineke berê veşêre, ew e ku hevpeymaneke veşartî ya berê bi hikûmeta Îraqê re beriya buyerên 2014’an pêk aniye û li gorî wê divê hêzên Pêşmerge piştî ku DAIŞ were tunekirin vekişe û di rastiyê de ev yek pêkhat, tevî ku rêveberiya Kurdî ev hevpeyman di van demên borî de veşartiye û beriya niha hevpeymaneke bi vî rengî înkar kir, tevî ku hevpeyman bi amadebûna Emerîkiyan hatiye îmzekirin.

* Hikûmeta herêma Kurdistanê ji sala 2014’an ve petrolê ji van deveran werdigire û para hikûmeta federal jî nedida, vê yekê hişt ku hikûmeta federalî jî para herêma Kurdistanê ji baceya giştî ya Îraqê bibire. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê mûçeyên karmendan jî nedidan. Gelo evan pereyên petrolê bi ku derê de diçûn û kê jê sûd werdigirt?

Ev pirsa welatiyên Kurd û Ereb ên Îraqê ye, bi awayekî berdewam derhatinên herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybet derhatinên petrolê tên veşartin. Zelalbûn tune bûye, ji bilî hin kesayetên di desthilatdariyê de ne ti kes rewşa van derhatinan nizane, vê yekê hişt ku atmosfêra di navbera partiyên siyasî yên li herêma Kurdistanê tevlîhev bibe û bandoreke neyînî li hevgirtina Kurdan jî kir. Tevî ku hikûmeta navendî hewl dide lêpirsînekê di vê derbarê de pêk bîne. Her wiha hin pirsên din ên welatiyan hene û yek ji wan girêdesta petrolê ya 50 salî ku bi rayedarên Tirk re hatiye îmzekirin û ti kes naverok û cûreya vê girêdestê nizane, ne li herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta navendî, evan jî hemû di bin hinceta serxwebûna aboriya herêmê de pêk hatine.

* Piştî ku hikûmeta Îraqê serweriya hemû berhemên darayî yên herêma Kurdistanê kir, Nêçîrvan Barzanî derket û got ku ew ê hemû berhemên darayî radestî hikûmeta Îraqê bikin, lê di bin merca ku ji sedî 17 para wan a baceyê were dayîn, lê hikûmeta Îraqê daxistina vê rêjeyê nîqaş dike. Ev yek dê çawa bandorê li aloziya aborî ya li herêmê bike û rewşa aborî ya herêmê bi ku derê ve diçe?

Ev biryar beşekî ji encamên rêzbûyînên ji ber referandûmê ye ku helwesta kurdî di hevkêşeya Îraqê de lawaz kiriye, weke gotineke Îraqiyan ew piştî (xerabiya Besra) teslîmkar bûne. Ez bawer dikim ku herêma Kurdistanê li hemberî karîseteke aborî rû bi rû ye, ji aliyekî din ve karmendên Kurdistanê dê rewşeke gelekî baş jiyan bikin, eger hikûmeta Îraqê soza xwe pêk bîne ku dê mûçeyên karmendan ku ji dema xweseriya aborî ya îdîaker a sala 2014’an ve bêpar mane pêk bîne, ji ber ku wan çarîkek ji mûçeyên xwe wernedigirtin.

* encamên referandûma ku li herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin çi ne û aliyên li paş lidarxistina wê ne kî ne, tevî ku hêzên herêmî û navnetewî ev yek nepejirandin?

Ji her kesî re eşkere ye ku encamên referandûmê ji bo Kurdistanê ji gelek aliyan ve kambax bû, ji sedî 51 ji axa Kurdistanê hate windakirin, her wiha aliyê aborî û derûnî ya Kurdên Îraqê. Lê di derbarê aliyên li paş lidarxistina wê ne, ez bawer dikim dijminên Kurdan bin û bi taybet AKP’ê, serhişkiya rayedarên Kurd û tunebûna parlemanê ku PDK’ê ev du sal in deriyên wê girtine, ye. Ez weke hiqûqnasekî piştrast dikim ku eger hilbijartin di bin çavdêriya parlemanê de pêk bihatiba û qanûneke taybet di derbarê referandûmê de pêk bihatiba, ti carî cîhanê û bi taybet cîhana azad cesaret nedikirin ku bi hêsanî dest ji Kurdan berdin. Girtina parlemanê helwesta Kurdî di aliyê navnetewî de lawaz kir û bawerî bi paşeroja dewleteke Kurdistanê nema.

* Tirkiye bi awayekî eşkere li dijî referandûmê derket û bi Îranê û hikûmeta Îraqê re di vê çarçoveyê de lihev kir, lê niha em dibînin ku Nêçîrvan Barzanî û PDK’ê dixwazin vegerin hembêza Tirkiyeyê. Hûn vê helwesta Nêçîrvan Barzanî û PDK’ê çawa dinirxînin û ev yek nîşana çi dide, gelo ev yek dikeve xizmeta Kurdan û bi taybet kurdên Başûrê Kurdistanê?

Hin mijar di nava mijbûnekê de ne, weke mînak em dibînin ku Erdogan li dijî referandûmê bi awayekî eşkere derket û têkliya germ a berê di navbera birêz Masûd Barzanî û birêz Erdogan de derfetê ji gumanan re nahêle ku mijareke çalak û hesas weke mijara referandûmê di navbera wan de nehatibe gotûbêjkirin. Ez bawer dikim ku Erdogan hişt ku Barzanî bikeve çiravê û israra lidarxistina referandûmê bike tevî ku Emerîka û Ewropa ev yek di dema niha de nepejirandine. Gotineke kevin heye dibêje (Ji min re bêje kê jê sûd wergirtiye ez ê ji te re bêjim kê pêk aniye), aliyê ji ziyanên bi serê Kurdan hatine sûd werdigire û bi taybet windakirina Kerkûkê ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê li vir zêde ye, derfetê ji gumanan re nahêle ku Tirkiye li paş lidarxistina referandûmê ne. Israra Nêçîrvan Barzanî ya berdewama têkliyên bi Tirkiyeyê re, ew e ku têkliyên malbatî yên hevbeş di navbera wan de hene û evan têklî gihîştine astekê ku êdî ew nikarin jê vegerin, tevî hemû ziyan û têkçûnên di encama wê de pêk hatine.

* Daketina Masûd Barzanî ji desthilatdariyê  û radestkirina wî ji hikûmetê re ku ji aliyê biraziyê wî Nêçîrvan Barzanî ve tê birêvebirin, gelo dê siyaseta herêmê li hemberî dozên herêmî û bi taybet li hemberî Rojavayê Kurdistanê biguherî ne, yan dê weke xwe bimîne û çima?

Parvekirina serweriyên serokatiya herêmê û wergirtina para mezin ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî ve, cewhera siyaseta herêmê naguherîne bi taybet têkliyên wê bi Tirkiyeyê re ji ber sedemên li jor behsa wan hatiye kirin. Dibe ku hin guhertinên erênî girêdayî têkliyên di navbera partiyan û aliyên siyasî yên hundirê herêmê de pêk were, ji ber ku Nêçîrvan Barzanî ji birêz Masûd Barzanî bêtir vekirî ye û heta astekê rêalîst e.

* Çi ji siyasetmedar û gelê herêma Başûrê Kurdistanê tê xwestin da ku ji vê aloziya xwe ya niha derbikevin. Gelo girîngiya lidarxistina Kongra Niştimanî ya Kurdî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê çi ye?

Ji siyasetmedarên herêma Kurdistanê û xwediyên biryarê tê xwestin ku li xwe mukur werin ku şaştî kirine û divê lêborîna xwe ji gel bixwazin û dest ji helwestên desthilatdar berdin û rê li pêşiya welatparêzan vebikin ku rêveberiya herêma Kurdistanê bikin. Bi nêrîna min sedema têkşikandinên pêk hatine, ew e ku rayedarên Kurd li hemberî têkşikandinên xwe li xwe mukur nayên û zêdebûna şaştiyan û bê hesabiya ji aliyê gel ve hişt ku evan kambaxî pêk werin. Divê lêvegereke rêber ji aliyê ronakbîrên welatparêz ve pêk were. Ez dibînim ku Kongra Niştimanî ya Kurdistanê mînaka herî baş a vê yekê ye û divê bibe lêvegera sereke û hemû alî li gorî biryarên wê tevbigerin. Rast e, eger Kongra Niştimanî ya Kurdistanê ya taybet bi vê têkşikandin were lidarxistin, bê guman pirsgirêkên herêma Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dê bêne çareserkirin.

(jh)

ANHA