Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xelîl: Têkoşîna Şîlan li hemberî kesên îxanetkar biserket

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl anî ziman ku şehîd Şîlan Baqî li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd li ber xwe da û di têkoşîna xwe de biserket.

Aldar Xelîl di hevpeyvîna li gel Ajansa me destwerdana dewletên derve ji Rojhilata Navîn re ji kudere û çawa dest pê kir nirxand û pê ve girêdayî buyera şehadeta endama Meclîsa PYD`ê û Kordînasyona Giştî ya Rojava Şîlan Baqî vegot.

*Di pêvajoya bûyera şehadeta endama Meclîsa PYD`ê û Kordînasyona Giştî ya Rojava Şîlan Baqî û hevalên wê li Rojhilata Navîn aliyê leşkerî û siyasî ve çi pêşveçûnên hebûn?

Piştî 2003-2004`an li Rojhilata Navîn gelek guhertinên cidî çêbûn. Sala 1999`an li hemberî têkoşîna gelê Kurd komployeke navdewletî hebû û di encamê de Rêberê Gelê Kurd Rêber APO dîl hat girtin. Bi girtina Rêber APO re pêvajoyeke nû destpê kir. Di wê demê de diyar bû ku ji bo Rojhilata Navîn destwerdan tê kirin. Ev rastî sala 2003`an dema ku destwerdana Sedam Hisên hate kirin, derkete holê. Eger sala 1999`an Rêber APO nehatibane girtin dibe ku ew destwerdana Rojhilata Navîn ji Sûriyê destpêkiribane. Dema ku Rêbertî ji Sûriyê derket pîlansaziya li ser Rojhilata Navîn ji Iraqê destpê kir. Piştî wê 11`ê Îlonê li New York êrîş pêkhat û li Afganistanê şer destpê kir. Pîlansaziya li ser Rojhilata Navîn ji Iraqê destpê kir.

Piştî sala 2003`an bi rûxandina Sedam re êdî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî sîstema xwe dan avakirin. Ev yek li ser gelê Kurd li parçeyên dîtir ên Kurdistanê bandor kir û derfet dît ku hîn zêdetir dengê xwe bilind bike û mafê xwe bixwaze.

Di vî demê de hêzên komploger û rêjîmên li herêmê bi girtina Rêber APO re sînordar neman û li dijî Tevgera me destbi êrîşê kirin û bi riya kesayetan xwestin rêxistine ji hevdû parçe bikin. Ev êrîş ne tenê li dijî Tevgera Azadiya gelê Kurd bû dixwestin derbe li gelê Kurd bixin.

*Sala 2003-2004`an PYD`ê rastî çi zor û zehmetiyê hat?

20`ê Îlonê sala 2003`an yekemîn Kongreyê Damezrandina PYD`ê hat lidarxistin. Gelê Rojava bi riya Partiya Yekîtiya Demokratîk wê li hemberî komplogeran têkoşîn kiribane û xwe li Rojava birêxistin kiribane. PYD`ê di pêvajoyeke aloz de hat lidarxistin û hinek endamên Rêveberiya PYD`ê ketin bin bandora ferasetên kesên dixwestin derbe li rêxistine bidin. Di wê demê de di navbera kesên xeta berxwedanê, welatparêzî, şoreşgerî û netewî diparastin û kesên teslîmiyet û îxanet ferzdikirin şerekî dijwar derket.

Hevala Şîlan pêşengtiya xeta berxwdanê dikir. Heval Şîlan her tim li hemberî van kesayetan xwedî helwest bû û li hemberî wan têkoşîn dikir. Kesên ku nûneriya xeta teslimiyet û îxanetê dikirin ji heval Şîlan ditirsiyan û nedixwestin ku heval Şîlan kêmasiyên wan bibîne. Heval Şîlan her tim li hemberî wan têkoşîn dikir, xwedî rêgez bû û rêxistinî nêzî buyeran dibû.

*Li hemberî endama Meclîsa PYD`ê Kordînasyona Giştî ya Rojava Şîlan Baqî û rehevalên wê Fûad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya komplo çawa pêşket?

Heval Şîlan ji bo xebatên PYD`ê derbasî Rojava bû û di wê demê de êrîşa rejîma Sûriyê li hemberî PYD`ê dijwar bû. Rejîma Sûriyê PYD`ê weke Ixwan Mislimîn dida naskirin û hinek endamên PYD`ê weke mamoste Osman Dadelî û Bavê Cûdî bi işkenceyê şehîd xistin û gelek kes jî bi salan di zindanê de hiştin.

Me di wê demê de nikarîbû civînên xwe li Rojava lidarbixînin û me civîna xwe nêzî gundekî Şengalê lidarxist. Piştî civînê hevala Şîlan ji bo xebatên PYD`ê gurûpek ji hevalan Zekeriya, Ciwan, Cemîl û Fûad amade kiribûn û wê bi xwe re derbasî Rojava kiribane.

Roja 29`ê Mijdarê sala 2004`an hevala Şîlan û hevalên dîtir dema ku ji Mûsilê derdikevin ji aliyê gurûpeke çekdar ên girêdayî wan kesên îxanetkar ve li ser riya Mûsilê têne seknandin û her pênc heval li ser destê wan têne şehîd xistin.

Heval Şîlan di têkoşîna xwe ya li hemberî aliyê ku îxanet kiriye û radestî dijmin bûye biserket.  Gel bi şehadeta heval Şîlan re gelekî bandor bû û rastiya kesên sîxur û radestbûne, naskir.

(np)

ANHA