Têkilî | Derheqê me de
ANHA

XELÎL: Tîkbirina DAIŞ`ê ji Reqayê kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê ye

MEDYA HENAN-DILÎŞAN ÎBIŞ

QAMIŞLO – Aldar Xelîl da zanîn ku kilîta çareserkirina gelek kirîzên Sûriyeyê girêdayî têkbirina DAIŞ`ê li Reqayê ye. Xelîl got:”Kurd di oxira bidestxistina mafê xwe yê rewa de, xwedî projeyeke demokratîk e. Ji aliyekî din ve bi destpêkirina Hemleya rizgarkirina Reqayê, her kesî bal kişand ser çolistana Sûriyê”.

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl derbarê Hemleya Rizgarkirina Reqa, rêvebirina wê piştî rizgarkirinê, êrîşên dijî herêmên Şehba û planên dewleta Tirk li herêmê û geşedanên ku niha li çolistana Sûriyeyê  diqewimin, ji ANHA`yê re nirxand.

Hevpeyvîna bi Aldar Xelîl re wiha ye:

-Hûn serketinên QSD`ê di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de çawa dinirxînin û ev yek dê bandoreke çawa li ser rewşa Sûriyeyê bike?

Reqa di rewşa Sûriyeyê de xwedî girîngiyeke stratejîke, taybet ji ber cihê wê yê di erdîngariya Sûriyeyê de. Li rex wê Reqa “paytexta DAIŞ`e”, lewma rizgarkirina wê ji aliyekî ve dê kilîta çareserkirina gelek pirsgirêkên Sûriyeyê be, ji aliyê din ve hêza ku Reqa rizgar bike û birêve bibe,  di diyarkirina çarenûsa herêmê de, dê xwedî gotineke cewherî be.

Dîsa Reqa gelek herêmên Sûriyeyê bi hev û din ve girê dide, ji ber vê yekê jî pêwîst e em zanibin ku gelek hêz û dewletan xwestin cihê xwe di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de bigirin. Mînaka berbiçav jî dewleta Tirk e, ku bi salan zext meşand û hewl da welatên Koalîsyona Navnetewî îqnaa bike ku beşdarî hemlê bibe. Heman tişt ji bû Rusiye jî derbasdare ku xwest bibe hevkarekî esasî di hemlê de, her wiha rêjîm jî dixwaze Reqa bixe bin baskên xwe de, ev hemû jî nirxandina me ya girîngiya rizgarkirina bajarê Reqayê piştrast dikin.

Lê belê hêzên Koalîsyonê Navnetewî di rizgarkirina Reqa û avakirina sîstemeke modern û demokratîk de, hêzên QSD`ê esas girt.

– Misyona Kurdan di şerê dijî terora cîhanî de çi ye?

Kurdan diyar kirin ku ew pêşengên pêvajoyên bê ne û di avakirina sîstema demokratîk, pêşxistina rêxistina civakî, rêvebirina herêman û pêşniyarkirina projeya federaliyê de jî rêber in. Lewra tenê gotina ku kurd hêza bingehîn a şerê li hember terorê ne têrê nake, Kurd şoreşekê birêve dibin.

Rêvebirina şoreşê bi van xalên bihurî pêk tê û şerê li hember terorê jî yek jê ye. Ev teror ji bo hemû welatan metirsîdariye û ji bo vê jî têkbirina wê di berjewendiya her kesî de ye.

Her wiha Kurd di oxira bidestxistina mafê xwe yê rewa de, xwedî projeyeke demokratîk e. Ji bo pêkanîna wê jî pêwîstî bi herêmên aram hene, ji bo ku her pêkhateyek di çarçoveya vê projeyê de, xwedî maf be.

Niha Hêzên QSD`ê ji Kurd, Ereb, Asur, Suryan û Tirkmenan pêk tê, lê rêveberên wê yên siyasî û demokratîk ku  îrade û biryara têkbirina DAIŞ`ê dan, Yekîneiyên Parastina Gel (YPG) bû. Lewma nêrînek wiha pêşket ku Kurd desthildaran û dê Sûriyeyê parçe bikin. Ev yek bi geşedanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re hat guhertin û diyar bû ku Kurd doza mafê xwe dikin, aliyên din red nakin, berovajî xwedî projeyek demokratîk in.

Di vê çarçoveyê de me dikaribû bi her kesî bidin qebûlkirin ku em xwedî proje ne û ev yek li erdê pêk tê, her wiha hemû gelê Sûriyeyê di projeya me ya demokratîk de hêviya xwe dîtin û em di wê baweriyê de ne ku dê projeya me biser bikeve û li tevahiya Sûriyeyê û pişt re li Rojhilata Navîn jî belav bibe.

– Weke her hemleye QSD`ê de, gotegot tên belavkirin ku QSD`ê welatiyan koçber dike û demografiya herêmê diguhere, bersiva we li ser vê yekê çi ye?

Beriya destpêkirina hemleyê, aliyên muxalif gotegotên ne rast belav kirin. Armanca Hêzên QSD`ê rizgarkirina Reqa û şêniyên wê ji çeteyên DAIŞ`ê ye, helbet şert û pêwîstiyên şer hene û ji bo parastina sivîlan hin gav neçare bên kirin. Mînak çima kesî behsa rewşa Musilê û bûyerên lê diqewimin nekir, tevî ku piraniya şêniyên wê koç kirin.

QSD`ê tu kesî bi darê zorê koç nake, lê ji bo parastina welatiyan ji çeteyan ku her cure teror li hember gel dimeşîne, pêwîst e hin gavan bavêje, ji xwe ev yek misyona QSD`ê.

-Rizgarkirina bajarê Reqayê nêz dibe, piştî rizgarkirinê kî wê rêve bibe û sîstema rêveberiya Reqayê wê çawa bibe?

Meclîsa Sivîl a Reqayê ku ji  hemû pêkhateyên Reqa û êlên wê hatiye avakirin, ew ê Reqayê bi rêve bibe û rêxistin bike. Her wiha ew ê rengê rêvebirinê û dabeşkirina erkan di nava meclîsê de, pêk bîne. Em bi baweriyên xwe, esas ji xwe re digrin ji ber vê yekê jî pêwîst e her kes ji bo pêşxistina vê projeyê, destekê bide.

-Di dema dawî de, artêşa Tirk a dagirker  êrîşên xwe li dijî herêmên Şahba û Kantona Efrînê zêde kirine, armanca ji van êrîşan çi ye û planên Rûsya, Îran û Rejîmê li Sûriyê çi ne?

Artêşa Tirk a dagirker hinek herêmên Şahbayê dagir kirine. Armanc ji dagirkirinê ew bû ku hebûna xwe li herêmê biparêz, parastina DAIŞ, nehêle ku projeya Federalî li Bakurê Sûriyê bi pêş bikeve, şerkirina dijî tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û qedexekirina pêşketina projeyên demokratîk li Sûriyê, da ku bi hinek tiştan li Sûriyê tehkûm bike. Dewleta Tirk çavkanî û hêzên ku di hundir Sûriyê de esas digirt, winda kirin. Ji ber vê yekê jî berê xwe da dagirkirina Şahbayê da ku têkçûna xwe veşêre.

Piştî hilweşandina çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê û Girê Spî, dewleta Tirk xwe dît ketiye rewşeke dijwar û taybet piştî ku Heleb û çeteyên xwe rasdestî Rejîma Sûriyê û Hêzên Rûsayî, kirin. Lewma  dewleta Tirk hewl da wê valatiyê tiji bike, da ku bi rewşa Sûriyê hakim be û di cihekî ku dikare be li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk me, kar bike.

Dewleta Tirk bi rêya civînên Astana û Cenêvê de, herêmên Şahba, Bab  û Minbicê dagir bike, da ku zextê li ser Koalîsyona Navneteweyî bikin, ku beşdarî hemleya Reqayê bibe,  lê planên wê têk çûn û bi ser neketin.

Em hebûna artêşa Tirk li ser axa Sûriyê wekî dagirkerî dibînin, her wiha hinek herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê dagirkirine. Di heman demê de artêşa Tirk li  ser tecrûbeya demokratîk û aştiyê ku pêwîst e li Sûriyê pêk were, xeter e.

Dewleta Tirk li herêmê roleke neyînî dilîze  û pêwîst e xwe vekşîne. Di heman demê de pêwîst e hemû hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyê daxwaza derketin artêşa Tirk ji axa Sûriyê û Rojava bike. Ji aliyekî din ve jî dewama hebûna  dewleta Tirk li Bab, Cerablûs û herêmên Şahbayê, wê bibe egera dewama şer û aloziya Sûriyê ye û têkbirina çareseriyên ji bo Sûriyê ye. Ji ber vê yekê jî pêwîst e artêşa Tirk ji herêmê derkeve.

-Li çolistana Sûriyê gelek guhertinên lezgîn têde çêdibi, gelo egera hemû hêzên Sûriyê ku girîngiyeke bi vî awayî bidin  çolistanê çi ye, nexasim  berê dihate paşguhkirin?

Di nexşeya siyasî ya herêmê de, diyar dibe ku rêkeftineke navdewletî heye û bi tauybet di navbera Amerîka, Rûsiya û dewletên hevkarên wan. Hêzên navborî wê  Sûriyê dabeşî herêmên  ji bo berjewendiyên xwe dikin. Lê bi destpêkirina Hemleya rizgarkirina Reqayê, her kesî bal kişand ser çolistana Sûriyê. Heger Hemleya Rizgarkirina Reqayê dest pê nekiriba, deriyê nîqaşan jî li ser çolistanê venedibû. Hemû giringiya wan herêman nas dikin ku wek deriyê di navbera Iraqê û rojhilatê ye, navgîna di navbera bajarên Sûriyê wek Humis, Hema, Idlib, Laziqiye û Tertosê ye. Ji ber vê yekê jî kî karibe li çolistanê serwer be, dê karibe rêyên diçin Şamê, Laziqiyê, Tertûsê, Idlib û Helebê jî serwer be, ji vê derê de giringiya çolistanê derdikeve holê.

Îran û Sûriyê jî dê hewil bidin li vê herêmê serwer bin, dibe ku karibin vê  yekê pêk bînin. Ji aliyekî din ve tevî ku Rûsiya bi wan re di yek hevpeymanê de ye, lê  Rûsya dixwaze çolistan di destê wê de be.

Ji ber vê yekê, Amerîka ji berjewendiya Îranê a vekirina rêya çolistanê hesab dike ku dê Îranê karibe têkliya xwe bi Şam, Laziqiye û Tertûsê re bidomîne, her wiha dê rê li pêşiya Îranê vebe ku bigihêje Lubnanê. Ev tişt jî hewcedarî dewletên xwedî hêz li herêmê heye û timî hewil dide ku wan deriyan bi dest bixin ku bi azadî tevbigerin.

Em wekî TEV-DEM`ê de, li ser vê mijarê terkîz dikin û dibêjin ku heta projeyek çareseriyê ji bo Sûriyê neyê peydakirin,  dê şerê li Sûriyê dirêj bibe. Çareserî jî ew e ku em rê li ber şerê hundirîn li Sûriyê û belavbûna rewşa şer di navbera dewlatan de bigrin, ku şerê Sûriyê  ber bi şerê sêyem ê cîhanê  ve diçe.

Ji ber vê sedemê em her tim îsrar dikin ku bi lez Sîstema Federal li Sûriyê werê bicihanîn û em hewil didin ku ji hemû Sûriyan re bidin nasîn ku Sûriyê bibe Sûriyeke Federal, ger em Federaliyê bi cih neyînin, dê şerê hundirîn di navbera tayife, meziheb û gelên herêmê li Sûriyê derkeve, li rex wê jî şerê navdewletî pêş bikeve û aloziya heta 8 salên din dewam bike.

-Em spasiya we dikin ku we derfet da me, berî dawiya hevpeyvînê hûn dixwazin çi bêjin?

Divê em hemû bixebitin û têkoşîna xwe pêş bixin da em herêmên xwe ji şerên li herêmê rû didin bidin alî, ji ber li Rojhilata Navîn di nava şerekî ku bi ev demeke dewam dike. Van şerên han sedemên xwe hene, divê em bi çareseriyên beşkî û demkî razî nebin, lê divê em Rojhilateke Navîn aram û bi ewle ava bikin, ne di rêya sîstemeke demokratîk re be ev tiş pêk nayê, ku maf û dadweriyê û jiyana bi rûmet ji hemiyan re misoger bike.

Em wek gelê Kurd amade ne ku ji bo guhertina demokratîk li Rojhilatya Navîn. Ji ber em dizanin ku ne bi sîstemeke demokratîk nû be ku herêmên Rojhilata Navîn rêve bibe, misogerî ji bo Kurdistanê û gelê Kurd û hemû gelên din re tune ne. Her wiha em hemû dizanin ku ew sîstema demokratîk  bi cih nebe,  dê giştî Rojhilata Navîn di nava şer de be.

Jio ber vê yekê divê çereseriyeke giştî û bingehîn ji bo giştî doz û şerên li herêmên me werê peydakirin, ev çareserî jî wê misogeriya çareserkirina doza Kurdî jî bi xwe bîne.

(ekip)

ANHA