Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xelkê Minbicê jî îro li qadan bû

MINBIC – Bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Minbicê, bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên ji bo bi wesîleya 25‘ê Mijdarê meşiyan.MINBEG-MIS-LI-HMBRI-SIDTA-LI KIL-JINI (3)

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê, jin û zilam  bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê meşiyan. Meşa ku bi dirûşmeya “Rûxandina Pergala Îmralî rûxandina zincîrên li ser jinan hatiye ferizkirin e” hatiye destpêkirin ji pêşiya navenda Meclîsa Jin a taxa El-Rabîta dest pê kir û ber bi qada giştî ya bajar berdewam kir. Di meşê de, dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û şermezarkirina tundiyê hatin qîrkirin.

Meş li qada giştî veguherî mîtîngê. Çalakî li vir bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Jin a Minbicê Meha El-Elî axivî û got ” Tundiya li ser jinê hîn jî berdewam dike. Şoreşa me ji destpêkê ve armanca xwe ne bidawîkirina tundiyê ye, lê belê tekezî li ser rizgarkirina jinan e, bi rizgarkirina mêr re ji zihniyeta desthilatdar jin azad dibe.”MINBEG-MIS-LI-HMBRI-SIDTA-LI KIL-JINI (6)

Meha El- Elî di nava axaftina xwe de tundiya li ser jinê şermezar kir û wiha dom kir ” Bi vê boneyê em her rengên tuniyê li ser jin şermezar dikin. Jin pêşengiya şoreşê dike û li hember tundiyê têdikoşe.”

Meha El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li jinên cîhanê kir ku ji tecrubeya jin a Bakurê Sûriyê fêde bigirin û li hember tundiya li ser jinê bê deng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA