Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xesên herêmî li sûkên kantonê têne firotin

CAEFER CAFO

EFRÎN – Cotkarên Kantona Efrînê dest bi berhevkirina berhema Xesên herêmê kirin. Cotkar berhemên xwe li sûka herêmê difroşin, her kîlogiramek xesan bi 85 lîreyên Sûriyê difroşin.EFRIN-DESPEKA-BERFKERNA-XESAN

Li kantona Efrînê ku bi axa xwe û hewaye xwe ya baş a ji bo çandiniya gelek berhemdar û wekî din ji hilberînên çandiyên hatiye nasîn. Li herêmê xes jî têne çandinî.

Sebzeya Xesê li navçeya Cindirêsê, Mabeta û Şiyê zêde tê çandin. Tova xesê di destpêkê de di malikên plastîkî de tê çandin, piştre şitilên xesan ji malikên plastîkî hildikin û li nava zeviyan diçênin.

Cotkarê bi navê Caefer Yûsif diyar kir ku di navbera her şitileke xesê de li ser xetan 15 santîmetreyan  dihêlin û diçênin ku nêzî 15 hezar şitilên xesê di yek donim de tê çandin.

Hin cotkarên Kantonma Efrînê di çend hefteyên derbasbûyî de hilberîna xesan zû daxistin bazaran, wê demê buhayê xesan giran bû û her yek Kîlogiram bi 300 lîreyên Sûriyê dihate firotin. lê niha xes li bazaran pir bû buhayê wê jî daket.CEFER YUSIF

Cotkarên kantonê  hilberîna xesan bi 85 lîreyên Sûriyê bi awayekî komî li bazarên sebzeyan difroşin bazirganan, bazirgan bi 90 L.S difroşin dûkandaran, şênî jî bi 100 L.s dikirin.

Cotkar Caefer Yûsif da zanîn ku her 4 heb xesê herêmî derdora 1kîlogiram in û got ku ew nêzî 75 hezar L.s ji berhema yek donim zeviyê qezenc dikin.

Di berhevkirina seriyên hilberîna xesan de karmendên zana dixebitin da ku serî û pelên xesan paqij û baş bimînin.

Karkerên berhevkirina xesan ji saetên sibehê ve heta saetên piştî nîvro dixebitin û rojê hezar û 500 lîreyan werdigrin.

(rr/dc)

ANHA