Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Baskê çaremîn 28 km bi pêşve çû, sê gund hatin azadkirin

LEZGÎN,

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê çaremîn ji duh ve 28 km bi pêşve çûn û sê gundên din ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê duh baskê çaremîn ji Pêngava Xezeba Firatê ji gundê Xerbê Melha destpê kir. Nûçegihanên me raghandin ku ji duh ve şervanên Xezeba Firatê li baskê çaremîn 28 km bi pêşve çûn û gundên Hilû, Qemerdîn û Meliha El-Serû ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di encama şerê ji duh ve maşîneyeke bombebarkirî, 2 motorpêsiklêt û maşîneyek leşkerî yên çeteyên DAIŞ`ê hatin rûxandin û 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Pêşveçûyîna şervanan li wê herêmê dewam dike.

(ak/kc)

ANHA