Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê bi pêş dikeve, gundekî din azad bû

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Keçla ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Pêngava Sêyemîn a Hemelya Xezeba Firatê li rojhilatê Reqqayê dewam dike. Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên me ku Xezeba Firatê dişopînin, raghandin ku şervanên  Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê Bîr Heba piştî şerekî dijwar gundê El-Keçla ku 20 km li rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Pêşveçûyîna şervanan li wê herêmê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Îro di saetên sibehê jî şervanan gundê Kubar ji çeteyên  DAIŞ`ê rizgar kirin. Şeva din jî şervanên Xezeba Firatê Girê Istratejîk Menxer Xerbî ji çeteyên DAIŞ`ê rizar kirin.

(ekîb/kc)

ANHA